‘Desthilat dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe biafirîne' 2023-07-26 09:02:06   AMED - Jinan diyar kir ku desthilat bi nîqaşkirina perwerdehiya têkel dixwaze nifşekî li gor bîrdoziya xwe ya siyasî biafirîne û zarokên keç hepsî malê bike û gotin ku dê li dijî vê têbikoşin.    Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê Yûsûf Tekîn, îdia kiribû ku "hin malbat dibêjin em naxwazin keçên xwe bişînin dibistanên ku zarokên kur lê hene." Piştî vê nîqaşên der barê perwerdehiya têkel de dest pê kirin. Bertekên ji bo gotina Tekîn ku gotibû "divê em dibistanên keçikan jî vekin" didomin. Piştî vê daxuyaniya Tekîn şirîkên Tifaqa Cumhûrê Partiya Hur Davayê û Partiya Yenîden Refahê perwerdehiya têkel kirin hedef.    Rêvebera Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat û Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Amedê ya Şaxa 2'yan Songul Can Şîmşek, nîqaşên der barê perwerdehiya têkel de û armancên desthilatê nirxandin.    BÎRDOZIYA SIYASÎ YA DESTHILATÊ   Ji Komeleya Jinan a Rosayê Berfîn Polat destnîşan kir ku hedefgirtina perwerdheiya têkel di heman demê de hedefgirtina qanûnan e jî. Polat got: "Tifaqa paşverû, hewl dide ku hêdî hêdî polîtîkayên feraseta paşverû pêk bîne. A rast, bi vê xwestin berteka raya giştî bibînin. Ev ne tiştekî ku ji nişkave derketibe holê. Û ne cara ewil e ku tê nîqaşkirin. Bi awayekî plankirî tê kirin. Desthilat û şirîkên wê dixwazin nifşekî li gor bîrdoziya xwe ya siyasî biafirînin."    Polat hişyar kir ku hedefgirtina perwerdehiya têkel dê pêşî li ber cihêkariyê veke û got ku ew ê li dijî kesên ku jinan û zarokên keç hedef digirin bitêkoşin.    ‘DÊ ZAROKÊN KEÇ HEPSÎ MALÊ BÊN KIRIN'   Sekretera Jinan a Egîtîm Sena Şaxa 2'yan Songul Can Şîmşek jî anî ziman ku armanca vê yekê ew e ku zarokên keç neçin dibistanan û got: "Girîng e ku zarok li cem hev bin. Ji lew re dibistan tiştekî yekpare ye. Lê mixabin em li dibistanên bi vî rengî dibînin ku zarokên ketûm in. PIştî vê jî dê ji wan re bibêjin 'hûn ê li malê bimînin, zarokan çêbikin, hûn ê bibin hevjînên me, ger em bixwazin hûn ê bixwînin, em nexwazin hûn nikarin bixwînin' û piştî wextekê dê piraniya van zarokan vê yekê qebûl bikin."    Şîmşek destnîşan kir ku wekî Egîtîm-Senê dê têkoşîna wan a di vî warî de bidome û got: "Divê em ji bo zarokên xwe, ji bo siberoja xwe hemû derfetên xwe seferber bikin. Em bi awayekî rêxistinkirî hemû hevalên xwe vedixwînin qadên têkoşînê."