Ji ÎHD’ê rapora girtîgehan: 968 binpêkirinên mafan qewimîne 2023-07-26 15:29:41   STENBOL - Şaxa ÎHD’a Stenbolê rapora 3 mehan a binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Marmarayê eşkere kir û da zanîn ku li 11 girtîgehan 968 binpêkirinên mafan qewimîne.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê rapora 3 mehî ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Herêma Marmarayê qewimî ne bi civînek çapemeniyê li avahiya xwe eşkere kir. Rapora aydî meha nîsan, gulan û hezîranê û bi navê “Rapora Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Herêma Marmarayê” hat parvekirin.    Endamên Komîsyonê tev li civînê bûn. Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî raporê xwend.    JI 11 GIRTÎGEHAN 30 SERLÊDAN   Yolerî da zanîn ku rapor ji faks, name, serlêdanên girtiyan, malbatan û nûçeyên di çapemeniyê de belav bûne pêk tê û di her sê mehan de li 11 girtîgehan bi giştî 30 serlêdan hatine kirin. Yolerî got ji van serlêdanên bo komeleya wan 3 heb jê edlî ne û 27 serlêdar jî girtiyên polîtîk in û di her serlêdanê de gelek binpêkirin têde hene.    968 BINPÊKIRINÊN MAFAN    Yolerî diyar kir ku di meha nîsanê de 298 binpêkirin qewimîne, di meha gulanê de 186 binpêkirin qewimîne ve di meha hez3iranê de jî 242 binpêkirin qewimîne û bi giştî 726 binpêkirinên maf qewimîne. Yolerî got 242 binpêkirin bi rêya çapemeniyê hatine ragihandin û di her sê mehan de bi giştî 968 binpêkirinên mafan qewimîne.    4 KES MIRIN E    Yolerî anî ziman ku li girtîgehên Herêma Marmarayê gelek binpêkirinên ku qewimîne rêz kir û got 4 girtî jî jiyana xwe ji dest dane.    TECRÎDA LI ÎMRALIYÊ    Di rapora ku Yolerî xwend de hat destnîşankirin ku 29 agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê 24 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin nayê girtin û di raporê de serlêdanên parêzeran ên tên redkirin jî cih digirin. Di raporê de hat gotin 35 serlêdanên parêzeran ên di sê mehan de ku hatine redkirin cih digirin.    Yolerî anî ziman ku qawîşên girtîgehan tije bûne û ev yek rê li ber binpêkirinên gelek mafan vedike. Yolerî da zanîn ku di serî de girtiyên nexweş û mafê tevahiya girtîgehan nayê parastin û li girtîgehan her ku diçe rêjeya girtiyên nexweş zêde dibe û mirinên bi guman jî zêde dibin.    GIRTIYEK JIN ÎNTÎHAR KIRIYE    Yolerî destnîşan kir ku M.Ş., Z.K., H.K û M.R.A. yên li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê tên ragirtin di serlêdana xwe ya 1’ê nîsanê de diyar kirine ku girtiyek nexweşiya şîzofrenê ku jin e întîhar kiriye.    BINPÊKIRINÊN DI XWEGIHANDINA TENDURISTIYÊ DE DIQEWIMIN    Yolerî diyar kir ku di hemû serlêdanan de binpêkirina mafên tedawî û tenduristiyê heye û wiha got: “Daxwaza sewqa nexweşxaneyê an qet nayê kirin an jî dereng tên kirin, nebûna bijîşkên pispor a li revîra girtîgehê, ferzkirina mûayeneya bi kelemçe, di odeya mûayeneyê de hebûna leşkeran, nedayîna dermanan a birêkûpêk, girtî û malbata wî têkildarî tedawiya wî nayên agahdarkirin, şertên neyînî yên qawişên girtiyan ên li nexweşxaneyan, tedawînekirina diranan, raporên neyînî yên ATK’ê yên têkildarî girtiyên nexweş, pêkneanîna daxwazên xwarina diyetê, di rewşên lezgîn de jî şûna ambûlansê girtiyan bi rîngê dibin, li nexweşxaneyê tevgerên li dijî mirovahiyê yên li dijî girtiyan, ferzkirina lêgerîna tazî, bi sedyeyê ve kelemçekirin ne pêkanînên li gorî etîka pîşeyî ya peywîrdarên tenduristiyê ye û di her astê de jî pirsgirêk didomin.      DAXWAZ     Yolerî diyar kir ku li girtîgehan zext û îşkence bûne rûtîn û bal kişand ser lêgerîna tazî, lêgerîna nava dev, belavbûna mûameleya nebaş, xeber û heqaret.    Yolerî di berdewama axaftina xwe de têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha got:    “*Berpirsyarî ya dewletê ye ku li gorî hiqûqa navxweyî, Destûra Bingehîn, Rêziknameya Standarta Asgarî ya Neteweyên Yekbûyî ya Têkildarî Mûameleya Girtiyan (Rêziknameya Mandela) û belgeyên mafên mirovan ên navneteweyî, pirsgirêkan bi awayekî mayînde çareser bike.     * Di serî de girtiyên nexweşên giran ji bo mafê tenduristî û jiyanê yên hemû girtiyên di koma rîskê de bên parastin divê bi lezgînî tedbîrên parastinê bên girtin û bi berdana wan re ji bo parastina mafê wan ê tedawî û jiyanê gavên lezgîn bên avêtin.     * Divê polîtîkaya tecrîdê ya ku her diçe berbelav û mayinde dibe were terikandin û îşkence, mûameleya nebaş, qedexe û pêkanînên kêfî demildest werin rawestandin.”     BANGA PIŞTEVANIYÊ      Yolerî ya diyar kir ku berpirsyariyên dewletê bi bîr dixin, bal kişand ku bi rapora amade kirine re ew dixwazin pêşî li binpêkirina mafan bigirin û bala raya giştî bikişînin ser pirsgirêkên li girtîgehê û destnîşan kir ku armanc dikin pêşî li binpêkirinên mafan bê girtin.  Yolerî têkildarî pirsgirêkên li girtîgehê banga hestiyarî û hevgirtinê kir.