Li Akbelenê çalakiya rûniştinê hate destpêkirin 2023-07-26 16:04:29 MÛGLA - Leşkeran li Akbelen a berxwedan lê didome êrişî Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin û parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca kirin. Wekîlên ku bertek nîşanî êrişê dan, bi gel re çalakiya rûniştinê dane destpêkirin.    Li Daristana Akbelenê ya bi ser navçeya Mîlasa Mûglayê ve ji bo kana komirê dar tên birîn. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamenter Bûrcûgul Çûbûk û Perîhan Koca ji bo piştgiriya berxwedana gel a li herêmê bikin hatin Akbelenê. Akin û welatiyên pê re rastî êrişa leşkeran a bi ava şid û gaza îsotê hatin.    Di êrişê de Akin, Perîhan Koca û gelek welatî aciz bûn. Hate dîtin ku leşkeran gaza îsotê bi taybetî li rûyê Koca kir.    Piştî êrişê Îbrahîm Akin û Perîhan Koca bi gel re li ber barîkata leşkeran çalakiya rûniştinê dan destpêkirin.    'NE JI TALANKERAN RE JI WEKÎLAN RE BARÎKAT DANÎN’     Koca ya ku li vir axivî, wiha got: “Em li vê derê bi gelê Akbelenê yê 2 sal in li ber xwe dide re axivîn. Ketina me ya daristanê ku mafê me yê herî xwezayî yê hemwelatîbûnê ye hate astengkirin. Destûra xwe ya bingehîn bi xwe binpêkirin, êrişî wekîlên vî gelî kirin. Ji kêliya ku em hatin cem gelê Akbelenê bi copan, gaza îsotê û bi TOMA’yan em qewirandin. Ne ji çeteyani, komên sermayeyê û talankeran re ji wekîlên gel re barîkatan deynin.”   Çalakiya rûniştinê ya li ber barîkata leşkerî hatiye destpêkirin didome.