CPT, ji bo Îmraliyê xwe li ker û lalîtiyê daniye 2023-07-27 09:00:19   STENBOL - Li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12 salan de 49 caran serî li CPT'yê hatiye dayîn. Lê CPT xwe li ker û lalîtiyê daniye.    Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ê di Girtîgeha Îmraliyê de tê tecrîdkirin ev 29 meh in tu xeber nayê girtin. Serlêdanên malbatê û parêzeran ên ji bo hevdîtinê bi hinceta "cezayên dîsîplînê" tên redkirin. Herî dawî derket holê ku car din "cezayê dîsîplînê" hatiye birîn û ev ceza di 18'ê Tîrmehê de ji aliyê Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve teblîxî parêzeran hat kirin.    Li qada neteweyî û navneteweyî bertekên li dijî vê tecrîdê girankirî ya li Îmraliyê didomin.    SERLÊDANÊN LI CPT'YÊ   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, di 24 salên girtina li Îmrlaiyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, bi dehan caran li dijî binpêkirina azadiyan û muameleyên dijmirovî serî li Komîteya PÊşîgirtina li ÎŞkenceyê ya Ewropayê (CPT) dane. Ev serlêdanên parêzeran ên ku piştî rêyên hiqûqa navxweyî temam bûn hatin kirin, hatin kirin.    DI 12 SALAN DE HERÎ KÊM 49 SERLÊDAN   Serlêdanên li CPT'yê hê jî didomin. Bi taybetî jî piştî 27'ê Tîrmeha 2011'an ku qedexeya hevdîtina bi parêzeran re dest pê kir, heya niha binpêkirinên li Îmraliyê veguherîne binpêkirineke pir giran. Ji sala 2011'an heya 2023'yan parêzera ji bo bidawîbûna binpêkirinên mafan ên li Îmraliyê û ji bo CPT mekanîzmayên xwe yên kontrolkirinê tê xwe dewrê, ji bo mafê parastinê, rêza li jiyana taybet a malbatê, pêwendîdanîn û rejîma Îmraliyê daxilî nava hiqûqê bê kirin herî kêm 49 caran serî li CPT'yê hatiye dayîn.    Parêzer di sala 2011'an de 8 caran, di sala 2012'an de 7 caran, di sala 2013'an de 4 caran, di sala 2014'an de carekê, di sala 2015'an de 2 caran, di sala 2016'an de 3 caran, di sala 2017'an de 4 caran, di sala 2018'an de 4 caran, di sala 2019'an de 3 caran, di sala 2020'î de 5 caran, di sala 2021'ê de 4 caran, di sala 2022'yan de 3 caran û di sala 2023'yan de carekê serî li CPT'yê dan.    ASTENGKIRINA HEVDÎTINÊ HAT REXNEKIRIN   CPT, di navbera 28-29'ê Nîsana 2016'an de çû Îmraliyê. CPT, di rapora xwe ya kurt de ya der barê Îmraliyê de diyar kir ku Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ji Nîsana 2016'an ve 5 sal in hevdîtinê bi parêzerên xwe re nekirine û 18 meh in jî hevdîtin bi malbatên xwe re nekirine. Di raporê de hat destnîşan kirin ku divê girtiyên li Îmraliyê mehê herî kêm du caran sûdê ji mafê hevdîtinê bi rêya telefonê bigirin.    SERLÊDANÊN AWARTE   CPT, ji bo gelek serlêdanên awarte jî xwe li ker û lalîtiyê daniye. Di 15'ê Tîrmeha 2016'an de ji ber "hewldana darbeyê" têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan serî li CPT'yê hat dayîn, lê belê CPT'yê xwe li nebihîstinê danî û serdana Îmraliyê nekir.    PIŞTÎ 3 SALAN ÇÛ ÎMRALIYÊ   PIştî 3 salan CPT'ê bi şandeyeke ji 6 kesan pêkhatî, di sala 2019'an de serdana Îmraliyê kir. Rapora xwe ya der barê vê serdanê de piştî serdanê bi salekê daxuyand. Di raporê de diyar kir ku ji sala 2016'an ve şert û mercên girtîgehê nehatine başkirin û divê "pergala li girtîgehê" bi temamî di ber çavan re bê derbaskirin.    SERDANA 2022'YAN FIKARAN ZÊDETIR KIR   Piştî ku ji 25'ê Adara 2021'ê ve xeber ji Abdullah Ocalan nehat girtin û raya giştî bertek nîşan da, CPT di 20-29'ê Îlona 2022'yan de serdana Îmraliyê kir. Lê belê bereksê daxuyaniya CPT'yê, hat diyarkirin ku hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nehatiye kirin û ev yek fikar zêdetir kirin. Lê belê CPT hê jî rapora xwe ya der barê vê serdanê de eşkere nekiriye.    Parêzer herî dawî ji ber ku Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş nikarin hevdîtinê bi parêzerên xwe û malbatên xwe re bikin û ji bo dawî li vê nexebergirtinê bê di 9'ê Gulana 2023'yan de serî li CPT'yê dan.    Parêzeran di vê serlêdana xwe de bang kirin ku demildest divê CPT ji bo encmagirtinê helwestekê nîşan bide.    Lê belê hê jî serlêdana parêzeran nehatiye bersivandin.   MA / Ergîn Çaglar