Şivanê bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan 2023-07-27 12:11:15     COLEMÊRG - Operasyona leşkerî ya li Çiyayê Sipêrêz hatiye destpêkirin didome. Şivan Mûrat Çarik ê leşkeran bi darê zorê biribûn herêma operasyonê hate berdan.    Operasyona leşkerî ya di 25’ê tîrmehê de li Çiyayê Sipêrêz ê di nav sînorên navçeya Gever a Colemêrgê de hatibû destpêkirin didome. Di dema operasyon berdewam dikir de şivanê bi navê Mûrat Çarik ê bi darê zorê  biribûn herêma operasyonê duh bişev hate berdan. Hate diyarkirin ku şivan nîva şevê gihiştiye mala xwe û rewşa wî jî ye baş e.   OPERASYON DIDOME    Di vê navberê de operasyona li qadên gundên Tilorana Jêr, Tilorana Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Yekmala Jêr, Kendalok û Wargenima, Çiyayên Tajdîn, Sipêrêz, Xidrok, Omerê û zozanên Topizava, Gîlêşîna, Xidrok û Sêrazê hatiye destpêkirin di roja 3’yemîn de berdewam dike. Lİ herêma operasyonê ya bii sedan leşker, wesayîtên zirxî û helîkopter hatine sewqkirin cih bi cih dengê teqînan tê. Bi taybetî li herêma Çiyayên Sipêrêz û Xidrok lê ne liv û tevgera ÎHA û SÎHA’yan didome û ji ber operasyonê ketina gelek herêman bi awayekî fiîlî hate qedexekirin.