Dadgerê rêveberên rêxistina sûc berdan tayînî Dadgeha Bilind hate kirin 2023-07-27 12:50:49   ENQERE - Hate îdiakirin ku dadgeh Hakan Turkon ê rêveberên rêxistina sûc ên Sarallar û Şahînler ên bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê û MHP’ê tên zanîn berdan, bi biryara HSK’ê tayînî Dadgeha Bilind hatiye kirin.    Hate îdiakirin ku Hakan Turkon ê ku di nav 6 endamên nû yên ku pêr ji aliyê Lijneya Dadger û Dozgeran (HSK) ve ji bo Dadgeha Bilind hatin hilbijartin de cih digire, dadgerê ku rêveberên rêxistinên sûc ên Sarallar û Şahînler ên bi nêzîkatiya xwe ya AKP’ê û MHP’ê tên zanîn berdane ye.    Turkon ê nêzî 4 sal in li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê weke serok peywîra didomîne, li şûna 4 dadgehên cezayên giran ên cuda ku çûne betlaneya edlî bû dadgerê nobedar.    RÊVEBERÊN RÊXISTINA SÛC BERDAN   Turkon ku li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran weke dadgerê nobedar peywîr girt, derbarê rêvebereê rêxistina sûcên organîze Sedat Şahîn de biryara berdanê da. Rojekê pişt re jî rêveberê rêxistina sûc a Sarallar Alaattîn Saral ê li 17’emîn Dadgeha Cezayê Giran dihate darizandin berda.    Turkon piştî berdanan di 17’ê tîrmehê de tayînî Edliyeya Herêmê ya Stenbolê hate kirin. Turkon ê rêveberên rêxistina sûc berdan, bêyî ku rojekê li dadgeha herêmê bixebite ji aliyê HSK’ê ve tayînî Dadgeha Bilind hate kirin.