Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Şirnexê tundî li girtiyekî hatiye kirin 2023-07-27 13:48:20   STENBOL - Girtiyê edlî Sînan Ulger ku di Girtîgha Tîpa T ya Şirnexê de tê ragirtin, bi telefonê bi malbata xwe re axivî û îdia kir ku ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin û hestiyê milê wî derizî ye.    Girtiyê edlî Sînan Ulger ê li Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê, ji ber sûcekî edlî 6 sal in tê ragirtin, îdia kir ku ew ji hêla gardiyanan ve hatiye derbkirin. Xwîşka Ulger, Bîrgun Ogûr ragihand ku birayê wê, bi telefonê bi dîmen li wan geriyaye û tundiya ku rast hatiye ji wan re vegotiye. Ogûr, destnîşan kir ku gardiyanekî heqaret li birayê wê kirine û dema ku birayê wê bertek nîşanî gardiyan daye jî bûyer mezin bûye. Li gorî îdiaya Ogûr birayê wê dema bertek nîşanî gardiyan daye, 10 gardiyanan tundiya fîzîkî li birayê wê kirine û di vê bûyerê de hestiyê milê birayê wê derizî ye.   Ogûr, diyar kir ku dema ew bi birayê xwe re bi telefona bidîmen axivîne, wêneya ekrana telefonê jî girtine wiha berdewam kir: "Ji ber milê Sînan derizî ye niha janê dikişîne. Birayê min birine revîrê û ew jî tiştên hatine serê wî vegotiye. Tevî ku birîn li ser rûyê wî hene û milê wî derizî ye jî rapora derbkirinê nedane wî. Ez ê bijîşkê saziyê jî gilî bikim. Ji xwe di dîmena me ji telefonê girtiye de jî xuya ye ku birayê min bi derfetên xwe destê xwe pêçaye û li ser rûyê wî jî şopên derbkirinê hene.    DÊ GILÎ BIKE   Ogûr a li ser vê yekê li girtîgehê geriyaye bi lêv kir ku îdareya girtîgehê jê re wiha bersiv daye: "Tu li ku derê bixwazî dikarî gilî bikî."   Ogûr diyar kir ku ew ê têkildarî tundiyê gilî bikin.