Karkerên DEDAŞ’ê: Em ê bi têkoşînê serbikevin 2023-07-27 14:22:03 AMED - Çalakiya karkerên DEDAŞ’ê yên ku ji kar hatibûn derxistin, di roja duyemîn de didome.   Çalakiya karkerên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo mafên xwe yên kesane û mafê xwe yên sendîkabûnê dane destpêkirin û ji kar hatine avêtin, di roja duyemîn de berdewam dike. Parlamenterê Partiya Çepên Kesk yê Amedê Serhat Eren û hevserokên bajêr piştgirî dan çalakiya bi pêşengtiya Sendîkaya Karkerên Ceyran, Xaz, Av û Bendavê (Enerjî-Sen) tê kirin.    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Serhat Eren li vir axivî û got “200 hevalên me ji karên xwe bûn. Zilma DEDAŞ’ê ne bi tenê ev e ku hevalên me ji kar biavêjin, di heman demê de li bajar û herêma me ceyranê qut dike û ji ber vê berhemên çandiniyê yên cotkaran hişk dibin.”   Piştî daxuyaniyê karkeran bi berzkirina dirûşmên "Em ê bi têkoşînê bi ser bikevin" û  "Sendîkabûn mafê me ye em ê bi dest bixin" û gerandina govendan çalakiya xwe domandin.    Pisporê Rêxistinkirinê yê DÎSK Enerjî-Senê Cîhan Çîçek ê piştî çalakiya rûniştinê axivî, da zanîn ku weke dengê hemû karkerên li 6 bajar û 70 navçeyan li ber xwe didin li vir in û wiha got: "Heta ku em hesaba hevalên xwe yên ji kar hatine avêtin nepirsin û heta ku em mafên xwe yên şexsî ji karsazan nestînin, em li vir in."