Li ser rêya Farqînê qeza çêbû: 2 kes birîndar bûn 2023-07-27 15:53:38   AMED – Nêzîkî taxa Basnîg ya girêdayî navçeya Farqînê qezayek çêbû û di encama qezayê de 2 kes birîndar bûn.    Nêzîkî taxa Basnîg ya navçeya Farqînê qezaya trafîkê çêbû. Traktorê li wesayîta ku di rê de diçû da û di encamê de 2 kes birîndar bûn.   Piştî agahîdayînê tîmên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û mudaxileya yekem kirin. Kesên birîndar bûn piştre rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê.