Li Îranê ji listikvan Sadeghî agahî nayê girtin 2023-07-27 16:45:54   NAVENDA NÛÇEYAN - 11 roj in ji lîstikvan Mohammad Sadeghî yê dema di weşana zîndî de polîtîkayên Îranê yên li dijî jinan rexne kiribû, hatibû binçavkirin, tu agahî nayên girtin.     Li Îranê lîstikvan Mohammad Sadeghî di 11'ê tîrmehê de li ser hesaba xwe ya medya dîjîtal weşana zindî dikir û di weşanê de zextên li dijî jinan rexne dikir. Dema Sadeghî di weşana zindî de bû polîsan bi ser malê de girtin û Sadeghî bi derbkirinê binçav kirin. 11 roj in ji Sadeghiyê piştî ku hate binçavkirin nehat zanîn ku ew birine ku derê, tu agahî nayên girtin.