‘Mirin da ber çavan û rojnamegerî kir’ 2023-07-28 11:02:39   ÊLIH - Bi ser qetilkirina nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay re 31 sal derbas bûn. Xwişka Abayay, Rahîme Abayay wiha got: “Birayê min mirinê da ber çavan û rojnamegerî kir. Rojnamevanên birûmet dê her hebin.”   Bi ser qetilkirina yek ji xebatkarên Çapemeniya Azad a ku li dijî binçavkirin, girtin, îşkence û qetlîaman paş de gav neavêtine Çetîn Abayay re 31 sal derbas bûn. Kujerên Ababay ê ku di 23 saliya xwe de hatiye qetilkirin hê jî nehatin dîtin. Abayay hêj 16 salî bû, di dema diçû lîseyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hate binçavkirin. Abayay 6 mehan di Fermandariya Cendirmeyan ya Sêrtê de hat ragirtin û îşkence dît. Piştî Abayay girtin wî şandin Girtîgeha Amedê. Piştî Abayay 5 mehan girtî ma û derket di Kovara Ozgur Halkê de dest bi xebatê kir. Dema dixebitî careke din hate girtin û 2 salan di Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê de hat ragirtin. Lê belê Abayay dema derket ji cihê ku kar hiştibû berdewamî karê xwe kir. Abayay tim bi gotinên “em ê te bikujin” dihat tehdîtkirin piştî ku têkiliyên di navbera Hîzbûllah û dewletê derxistin holê û piştî bi ser qetilkirina nûçegihanê Yenî Ulkeyê Cengîz Altûn re 5 meh derbas bûn, di encama êrişeke çekdarî de di 29’ê tîrmeha 1992’yan de dema vedigeriya mala xwe hate qetilkirin.     DI RAPORA SÛSÛRLÛKÊ DE NAVÊ WÎ DERBAS BÛ   Qetilkirina Abayay di tebaxa 2008’an de careke din bû rojev. Hat îdiakirin ku navê wî di Rapora Sûsûrlêkê yên Desteya Venêrînê ya Serokwezîrtiya demê de, ji ber “sira dewletê ye” derbas bûye, lê ji ber rûpelên nehatine parvekirin navê wî nehat aşkerakirin. Hat diyarkirin ku di raporê de navên rojnamegerên hatibûn qetilkirin Hafiz Akdemîr, Yahya Orhan, Mecît Akgun, Bûrhan Karadenîz, Halît Gungen, Îzzet Keser, Cengîz Altûn û Çetîn Ababay jî cih girtine. Lê belê weke hemû qetilkirinên JÎTEM’ê kujerên rojnamegerên kurd jî nehatin dîtin.    DAYIK BI LÊGERINA EDALETÊ JIYANA XWE JI DEST DA   Bav Mehmet Abayay dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê Îlonê de hate girtin û di girtîgehê de ji ber işkenceyên dîtine, jiyana xwe ji dest da, dayik Salîha Abayay jî dema têkoşîna ji bo kujerên kurê xwe peyda bike, di lêgerîna edaletê de jiyana xwe ji dest da. Şopînerên kevneşopiya Çapemeniya Azad tevî zext, binçavkirin, girtin û qetlîaman îro lêgerîna heqîqetê didomînin û xwedî li pênûsa Abayay derdikevin. Xwişka Abayay Rahîme Abayay, têkoşîna birayê xwe ji ajansa me re vegot.    ‘PAŞ DE GAV NEAVÊT’   Rahîme Abayay destnîşan kir ew di dema Darbeya Leşkerî ya 12’ê îlonê de rastî polîtîkayên zext û îşkenceyê yên dewletê hatin û da zanîn ku bavê wê jî, di girtîgehê de demeke kin ya beriya berdana xwe de, jiyana xwe ji dest daye û got: “Birayê min jî hê dema diçû lîseyê, Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir. Ji bo azadiya gelê kurd çi ji destê wî hat hewl da ku pêk bîne. Ji ber xebatên dimeşand gelek caran hate binçavkirin û gelek îşkence dît, gelek caran jî hate girtin. Lê belê tevî hemû zextan, wî dest ji têkoşîna xwe berneda û bibiryar xebatên xwe domandin.”   ‘TEVÎ GEFAN ROJNAMEGERÎ KIR’   Abayay diyar kir bi hatina salên 90’î ku gelek caran li ser mala wan de hatiye girtin û birayê wê jî di wê pêvajoyê de, dema ku diçû lîseyê biryar daye ku ew ê bibe rojnamevan. Abayay da zanîn ku wê demê birayê wê bi Cengîz Altûn re hev naskirine û anî ziman ku birayê wê piştî kuştina Altûn wiha gotiye, “Çawa buroya Kovara Ozgur Halkê li Êlihê nîn e” û mal bi mal dest bi belavkirina kovarê kiriye. Abayay axaftina xwe wiha domand. “Çetîn di serî de her roj deriyê buroyê vedike û mal bi mal belavkirina rojnameyê organîze dike. Dema ku her kes ji derî derdiket û wekî ku dê careke din hevûdû nebînin ji hev xatir dixwestin, birayê min, ji bo ku haya gelê kurd ji her tiştên tê jiyîn hebe, bû rojnamevan. Gelek caran gef li birayên min hatin kirin. Gelek telefonên bêdeng li malê dihatin kirin. Dema ku me vedikir bêyî axaftin telefon dima ber guhê me. Lê dema ku birayê min telefonê vedikir gef lê dihatin xwarin. Lê belê tevî vê yekê jî birayê min paş de gav neavêt û rojnamegerî kir.”   ‘TÊKOŞÎNA WÎ BERDEWAM DIKE’   Di berdewama axaftina xwe de Abayay bi lêv kir ku birayê wê bi awayekî plankirî hate qetilkirin û got ku êrişa li dijî birayê wê hatiye kirin weke duh li ber çavên wê ne û ev tişt gotin: “Kolana ku mala me tê de bû, bi kamyonan girtin. Piştre bi çekê êrişî wî kirin. Me wî rakir nexweşxaneyê, lê belê me nekarî wî xelas bikin. Me bi demeke dirêj têkoşîna hiqûqê da meşandin. Nexwestin kujerên buyerê derxin holê. Di rapora Sûsûrlûkê de jî navê birayê min derbas bû. Tevî vana rastiyê dernexistin holê. Lê belê rastiyek heye ku têkoşîna birayê min daye meşandin îro tê berdewamkirin.”   ‘EDALET PÊK NEHAT’   Abayay anî ziman ku dayika wê ya di sala 2017’an de jiyana xwe ji dest daye, aniye ziman ku miraza wê nehiştina pênûsa kurê wê û peydakirina kujerên kurê wê bû û got: “Dayika min di destên wê de wêneyên birayê min li edaletê geriya. Lê belê ew edalet bi tu awayî pêk nehat. Bi êşa lawê xwe çû ser dilovaniya xwe.”   ‘DÊ ROJNAMEGERÊN BIRÛMET HER HEBIN’   Di dawiya axaftina xwe de Abayay bi bîr xist ku ji duh ber bi îro ve zextên li ser rojnamegerên kurd berdewam dikin û ev tişt gotin: “Birayê min di pêvajoyên zehmet de mirinê da ber çavan û rojnamegeriyê kir. Îro jî bûya da heman tiştî bikira. Îro rojnamegerên birûmet ên têkoşîna wî didomînin hene. Zextên li dijî vî gelê dom bikin jî, rojnamegerên birûmet ên van zextan derxin holê û li dijî vê yekê li ber xwe bidin dê her hebin.”   MA / Fethî Balaman