Berxwedana karkerên DEDAŞ’ê di roja 3’yemîn de ye 2023-07-28 14:49:31   AMED - Çalakiya karkerên DEDAŞ’ê ku bi hin daxwazan pêk tînin di roja 3’yemîn de berdewam kir.    Çalakiya karkerên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) ji bo mafên xwe yên kesane û mafê xwe yên sendîkabûnê dane destpêkirin û ji kar hatine avêtin, di roja sêyemîn de berdewam dike. Karkerên di saetên serê sibê de li ber DEDAŞ’ê kom bûn, bi dahol û zirneyan çalakiya xwe domandin. Serokê DEDAŞ’ê Ebûbekîr Tîvnîklî dema ku çalakiya karkeran berdewam dikir hate avahiya DEDAŞ’ê ya Bajêr. Piştî ku Tîvnîklî hate avahiyê maşîneyên kar li ber avahiyê bi cih kirin. Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, serdana karkeran kir.    ‘DÊ EV RÊZALET DI BÎRA MIROVAN DE BE’    Tanrikûlû yê bertek nîşanî bicihkirina maşîneyên kar a li ber avahiya DEDAŞ’ê da wiha axivî: “Ev rezalet e. Ev rezalet dê di bîra gelê Amedê de be. DEDAŞ bi salan e zilmê li gelê Amedê dike. Îşkence dike. Kedkarên li vir  ji bo zilma li vir li wan û gel tê kirin şermezar bikin dest ji kar berdan. Sendîkayê dixwazin. Ji vê xwezayîtir çi heye. DEDAŞ bi awayekî newekhev qezenç dike. Ji dewletê piştgiriyeke zêde heye. Ev dewlet û hikumet tahsîldarên DEDAŞ’ê ne. Neheqî li karkerên xizmeta cemaweriyê tê kirin. Li pişt vê zilma DEDAŞ’ê nesekinin.     Karkerên tevî germa zêde çalakiya xwe ya rûniştinê didomînin, çalakiya xwe ya îro bi dirûşmeya “Em ê bi berxwedanê serbikevin” bi dawî kir.