Rojnamevan Arslan di hucreya yek kesî de tê ragirtin 2023-07-28 16:16:18   ENQERE - Rojnamevan Firat Can Arslan bi hinceta di dosyeya wî de navê “rêxistinê” nehatiye nivîsandin, di hucreya yek kesî de tê ragirtin.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamya Firat Can Arslan di 25’ê tîrmehê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de bi îdiaya “wezîfedarên cemaweriyê kiriye hedef” hat girtin. Bi hinceta ku li ser dosyeya Arslan navê “rêxistinê” nehatiye nivîsandin bi tena serê wî di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Arslan bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî û diyar kiriye ku wî ewilî birine qawîşên edlî yên li Girtîgeha SÎncanê û li ser îtiîrazê bi fermana dozger wî xistine Girtîgeha Sîncanê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê.