ROJEVA 29'Ê TÎRMEHA 2023'YAN 2023-07-29 09:00:21     * Endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya DBP'ê Bunyamîn Şeker, anî ziman ku xebernegirtina ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan encama polîtîkayên şer e û got ku divê tecrîd ji holê bê rakirin.    * Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk ê Rihayê Serdar Tum bi lêv kir ku di hevdîtinên gel ên Rihayê de herî zêde ranekirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hate rexnekirin û bi lêv kir ku dema tecrîd hat rakirin dê krîza siyaset û aboriyê jî bê çareserkirin.    * Xendekên ku li gundên nêzî sînor ên navçeya Ebex a Wanê hatine kolandin û dîwarên hatine lêkirin, gund veguherandine qereqolê.    * Hevserokê Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê Celal Ekîn ji bo serlêdanên kursên ku wê di 3’yê tebaxê de biqedin, bang li malbatan kir û got ku ew dixwazin malbat zarok û ciwanên xwe bişînin kursên çand û hunerê.   * Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD'ê dê çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" li Amedê li dar bixin. (11.00)   * Dayikên Şemiyê bi daxwaza aqûbeta windayan û darizandina faîlan dê di hefteya 957'emîn de çalakiya xwe li dar bixin. Li Edene û Mêrsînê jî ji bo piştevaniya xizmên windayan dê daxuyanî bên dayîn. (12.00)   * Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 592'yemîn de çalakiya "Rûniştina F" li dar bixe. Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî jî dê li Enqereyê çalakiya xwe heftane li dar bixe û balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)    * Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay dê di salvegera qetilkirinê de li ser gora xwe ya li Goristana Îpragazê ya Êlihê bê bibîranîn. (17.00)