ÎHD’a Îzmîrê: Bila faîlên Ferhat Tepe werin darizandin 2023-07-29 14:20:42 ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” xwest faîlên nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê di binçavan de hat qetilkirin, bên darizandin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ku ji du hefteyan carek çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê pêk anî. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa “Winda wîjdan in xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in winda li ku ne?” hatin vekirin. Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, parlamentera Partiya Çepên Kesk Burcugul Çubuk û gelek nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li çalakiyê bûn.    Vê hefteyê li faîl-kujerên nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferat Tepe yê di 28’ê tîrmeha 1993’yan de li Bedlîsê hat binçavkirin û piştre qetil kirin, hat pirsîn.    Rêveberê ÎHD’ê Alî Aydin daxuyanî da û serpêhatiya windakirina Tepe vegot. Aydin anî ziman ku Ferhat Tepe bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û heta niha tu encamek ji doza wî derneketiye û kujer-faîl nehatine dîtin. Aydin xwest kujer-faîlên Ferhat Tepe bên dîtin û cezakirin. Aydin diyar kir ku ew dixwazin zirxa parastin li ser Korkmaz Tagma yê tiliya wî di kuştina Tepe de heye bê rakirin.    Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.