ÇGD’ê xelat da wêneyê ‘Giraniya kîsekî’ 2023-07-29 16:15:56   ENQERE - Komeleya Rojnamevanên Hemdem “Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Sala 2022’yan” eşkere kir. Nûçegihana MA’yê Eylem Akdag bi wêneyê, “Giraniya kîsekî” hêjayî xelatê hat dîtin.    Komeleya Rojnamvanên Hemdem (ÇGD) encamên peşbirka “Xelatên Rojnamevanên Serkeftî yên Sala 2022’yan” eşkere kir. Di pêşbaziyê de nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Eylem Akdag bi wêneyê navê “Giraniya kîsekî”hêjayî xelatê hat dîtin. Akdag kêliya ku bavê Hakan Arslan, Alî Riza Arslan hestiyên lawê xwe di qutiyekî de ji Edliyeya Amedê werdigirt, wêneyê wî girt. Ev wêne hêjayî xelatê hatiye dîtin.    Her wiha gelek rojnamevanên din jî hêjayî xelatê hatin dîtin.