Li Nisêbînê 2 kesên din jî hatin berdan 2023-07-29 16:20:50   MÊRDÎN - Têkildarî teqîna li Nisêbînê ya di 25'ê tîrmehê de ku hatibû diyarkirin jineke endama YJA-Starê ye jiyana xwe ji dest daye gelek kes hatibûn binçavkirin. Ji binçavkiriyan 2 kesên din jî hatin berdan.    Di 25'ê tîrmehê de li maleke li KOlana Sakarya ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê bûyerek qewimîbû. Hatibû diyarkirin ku di bûyerê de jinekê jiyana xwe ji dest daye û endama YJA-Starê ye. Ji binçavkiriyan 2 kesên din jî hatin berdan. Ji 9 kesên hatibûn binçavkirin 7 kes beriya niha hatibûn berdan. Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeyê Remziye Bayhan û hevserokê wê Mehmet Bayhan ên di binçavan de tên ragirtin piştî kirariyên miduriyeta polîsan sewqî Dadgeha Mêrdînê hatin kirin. Remziye û Mehmet Bayhan ên li dozgeriyê îfadeyên wan hatin wergirtin, bi daxwaza berdana şertê kontrola edlî sewqî Dadgeha Ceza ya Sulh hatin kirin.    Dadgehê bi şertê kontrola edlî ya qedexeya derveyî welat Remziye Bayhan û hevjînê wê Mehmet Bayhan berdan. Piştî Bayhan ên hevjînên hev hatin berdan, temamê kesên têkildarî bûyerê hatin binçavkirin hatin berdan.