Çetîn Abayay li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-07-29 19:59:11   ÊLIH - Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay li ser gora xw ehat bibîranîn.    Nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay, di 31'emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Taxa Îpekyolû ya Êlihê hat bibîranîn. Malbata Abyay, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG), Partiya Demokratîk a GElan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Çepên Kesk tevlî bîranînê bûn.    Hevserokê DFG'ê Serdar Altan ku di bîrnaînê de axivî bilêv kir ku Çapemeniya Azad di her wextê de li hemberî zextan sekiniye û têkoşiyaye. Altan destnîşan kir ku Çapemeniya Azad bi bedêlan hatiye roja îro û got: "Piştî CEngîz hat qetilkirin bi 5 mehan, Çeyîn pênûsa wî li erdê nehişt. Kîjan hevalê me hat qetilkirin ehvalekî din şûna wî girt. Em careke din kesên ku ji bo azadiya gelê kurd têkoşiyan bibîr tînin."