Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan meşiyan 2023-07-29 21:28:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Dusseldorfê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meşiyan. Bi sedan kesên ku bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd li hev civiyan, banga têkoşîna çalak kirin.   Li bajarê Elmanya Dusseldorfê ciwanan li ser banga Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) “Pergala Îmraliyê bişkînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin” li hev civiyan. Kurdistaniyên li parêzgehên derdor jî piştgirî dan ciwanan.   Girseya ku li ber DGB Hausê li hev civiya, bi sirûda Çerxa Şoreşê ji bo bîranîna şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girt.   Piştre ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Di meşê de pankart û dowîzên ji wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkhatî hatin hilgirtin. Girseyê bêyî navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Azadiya Rêber Apo azadiya me ye” û “Bijî Rêber Apo” berz kirin.   Di rê de daxuyaniya bi zimanê Elmanî hate xwendin. Di daxuyaniyê de CPT ku li hemberî tecrîda Îmraliyê bêdeng e, hat şermezarkirin û hat xwestin ku dawî li tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê. Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “CPT çima piştî serdana Îmraliyê xwe weke ku ji rewşa girtiyên Îmraliyê agahdar bûye nîşan da? Ev nêzîkatî careke din nîşan dide ku hemû dewlet ji bo pêşîgirtina şoreşa ku Kurdistan û Rêber Apo daye destpêkirin, çawa bi hev re tevdigerin. Em gelê Kurd li ser bûyerê raporeke fermî dixwazin. CPT neçar e ku têkîldarî vê serdanê daxuyaniyek bide.”   Di daxuyaniyê de hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan demildest were rakirin.   Çalakî, li ber stasyona trenê ya navendî veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan banga têkoşîna çalak hat kirin.