Li Êlihê di şerê biçek de kesekî jiyana xwe ji dest da 2023-07-30 17:45:13   ÊLIH - Li Taxa Ziya Gokalp a girêdayî navenda Êlihê di nava du kesan de şer derket û kesekî di şer de jiyana xwe ji dest da.    Li ser Cadeya Gulistan a Taxa Ziya Gokalap a girêdayî navenda Êlihê di navbera du kesan de bi çekan şer derket. Kesekî nasnameya wî hêj nehatiye diyarkirin, bi demanceya bi xwe re anî gule berdan Ferhat Ûçar. Li ser îxbarê tîmên tenduristiyê û polîs sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Ûçar ê bi giranî birîndar bû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Êlihê tevî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin.    Polîs ji bo gumanbarê revî bê girtin xebat dan destpêkirin.