Panela Lozanê ya HDK’ê: Pêşengên jiyana nû jinên kurd in 2023-07-30 19:27:33   STENBOL - Civaknas Rojda Yildiz anî ziman ku netew dewletê bandoreke hilweşîner herî zêde li jinan kiriye û destnîşan kir ku têkoşîna jiyana nû ji aliyê jinên kurd ve tê meşandin.   Kongreya Demorkatîk a Gelan (HDK) bi wesîleya salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ku Kurdistanê kir çar parçe, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê panela bi sernavê “Di Sedsaliya Lozanê de: Muhasebe û Derfet” li dar xist. Panelê di rûniştina duyemîn de bi mijara “Derfetên pêşeroja hevpar” berdewam kir. Moderatoriya rûniştina duyemîn a panelê endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Elîf Bûlûtê kir.   ‘LI LOZANÊ KURDISTAN NÎNE’     Di vê rûniştinê de ewilî Prof. Dr. Baskin Oran mijara “Wesfa giştî ya Lozanê ya li gorî Sevrê û hukmên derbarê kurd û ermenan de” pêşkeş kir. Oran, anî ziman ku Peymana Lozanê ne serkeftinek ne jî hezîmeteke û destnîşan kir ku peyman “lihevkirinek” e. Oran, diyar kir ku di Peymana Sevrê de nexşeyeke bi rengê Ermenîstana Mezin a li bakur û Kurdistaneke li Başûr ava bûye. Oran got ku “Li Lozanê ne Kurdistan ne jî Ermenistan nîne” û îşaret bi armanca Kongreya Îktîsatê ya Îzmîrê kir û diyar kir kir ku dewletên li wir bi kurtasî dixwazin pergala hilberîna kapîtalîst hebe. Oran, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî vê biryarê Ingilistan dest ji Kurdistanê berda. Ji ber ku petrola Mûsilê ya kurd lê dijîn bi dest xist. Ji bo Ingilistanê kurd ne girîng in, petrol girîng e.”   MAFÊN KU BI LOZANÊ RE HATINE DAYÎN JÎ NAYÊN NASKIRIN   Oran, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di Lozanê de peyvên kurd û Kurdistan nînin lê mafên ziman hene. Di peymanê de du fiqre hene: ‘Di civînên olî an jî çapemeniyê de wê tu astengî ji hemwelatiyekî tirk re neyê danîn ku bi zimanekî ku dixwaze biaxive.’ Ji ber vê yekê divê kurd ji vê sûdê bigirin. Elbet ev xal tê binpêkirin û pişt re kurdî tê qedexekirin. Di hilbijartinan, xutbeyên mizgeftan axaftina bi kurdî, li girtîgehan xwendina pirtûkên kurdî û pirtûkên ji Weşanên Aramê derketin qedexekirin. Em dikarin van mînakan zêde bikin. Madeya din jî ‘Her çiqas zimanê fermî yê dewletê tirkî be jî welatî dê bikaribin li dadgehan zimanê ku dixwazin xwe biparêzin.’ Ev bend jî hate binpêkirin û dadgehan jî qedexe kir. Mînak di doza KCK'ê de bersûcan dê parastina xwe bi kurdî bikira. Ez çûm mutalaaya pisporî pêşkêş bikim. Min got ku ew dikarin li ser esasê madeyên di Peymana Lozanê de xwe biparêzin. Lê şandeya dadgehê guhdarî nekir.”   'LOZAN HEWLDANA JI BO 'SAZÎBÛNÊ' YA MÊRAN E'   Pişt re Civaknas û Endama Desteya Weşanê ya Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz bi serenavê “Çûyîna ji Netew-Dewletê Wêdetir: Lozan û Jin” pêşkeşiyek kir. Yildiz da xuyakirin ku di tu danûstandin û peymanên Lozan û dîrokê de jin tune bûn û got: “Lozan peymaneke ku hewldana sazîbûna mêr e.” Yildiz, diyar kir ku divê ev pirsgirêk hemû di parzûna zayendîperestiyê de bê derbas kirin û der barê Cemîyeta Tealî ya Jinên Kurd de ku di sala 1919'an de hat avakirin û piştî salekê hat girtin de agahî da.   Yildiz diyar kir ku li Dêrsimê keçên kurd “hatine tirkkirin” û “kedîkirin” û qala “Keçên winda yên Dêrsimê kir. Yildiz anî ziman ku netew dewletê bandoreke hilweşîner herî zêde li jinan kiriye û destnîşan kir ku di pêşengtiya jinên kurd de nîqaşên netewa demokratîk tên kirin û têkoşîna jiyana nû ji aliyê jinên kurd ve tê meşandin.   ‘PIŞTÎ LOZANÊ NETEWPERESTÎ ZÊDE BÛ’     Herî dawî jî Nivîskar û Lêkolîner Osman Tîftîkçî bi serenavê “Di sedsala duyemîn de komareke çawa?” pêşkeşiyek kir. Tîftîkçî bi lêv kir ku gel Lozanê bi awayê îdeolojiya fermî nas dike û destnîşan kir ku ji sedî 60 beşa netewperest piştî Peymana Lozanê derkete holê. Tiftikçî da zanîn ku Meclîsa Yekemîn qismen "demokratîk" bû û wiha got: “Heta 3 parlamenterên komunîst jî di Meclîsê de hebûn. Ji ber ku piştî Peymana Lozanê, rêveberiya komarê tê îmzekirin. Piştre sîstema yek partî, yek zilamî tê avakirin. Li vir li dijî yek zilamî û partiyê muxalefeteke pir berfireh heye. Nîşaneya yekemîn a vê eniya mûxalîf hilbijartinên herêmî ye ku di sala 1930’an de xwe nîşan dide. Di dîroka Komarê de jî yekane hilbijartin ev e. Di heman demê de hilbijartina yekemîn e ku jin mafê xwe yê hilbijartinê bi kar tînin û tên hilbijartin. Li vir muxalefeteke berfireh heye. Di nava mûxalefetê de kurd, kesên nemisilman, karker, tevgera femînîst, çepgir, sosyalîst, jinên karker hene.”   Panel, piştî pêşkeşkirinên di rûniştina duyemîn de bi dawî bûn.