Mamosteyê ji tecawizê girtî bû beriya biryarê hate berdan 2023-07-31 13:29:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Mamosteyê bedenê Mûrat Sagıroglû yê li Hatayê ji tacîz û tecawiza li 10 xwendekaran hatibû girtin beriya danişîna biryarê hate berdan. Sagıroglû yê derbarê wî de 158 sal cezayê hefsê hate dayîn, reviya.    Li Hatayê mamosteyê bedenê Mûrat Sagiroglû yê ji ber êrişa zayendî, tacîz û tecawiza li 10 zarokan hatibû girtin, beriya danişîna biryarê hate berdan, niha jî xuya nake. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê, derbarê Sagiroglû de 158 sal cezayê hefsê da lê Sagiroglû yê piştî hate berdan ceza lê hate birîn hêj jî nehatiye dîtin.  Li gorî nûçeya Halk Tv'yê, bûyer piştî ifadeyên H.Y. a/ê ku rastî tecawizê hat, derket holê. H.Y. destnîşan kir ku ew ji 11 saliya xwe rastî tecawizê hatiye û 5 sal bênavber ev yek wek sistematik dom kiriye.    Li gorî agahiyên di dosyeya dozê de Sagiroglû pêşî bi kişandina dîmenan gef li zarokan xwariye. Her wiha hevalên Sagiroglû Engîn Y., Îbrahîm O, Abdûllah A, Mûrat O. û xizmê wî Ozmen O. jî tecawizî H.Y. kirine.    BERÎ BIRYARÊ HATE BERDAN   2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê derbarê mamoste Mûrat Sagiroglû, Engîn Y, Îbrahîm O, Abdullah A, Mûrat O û xizmê Sagiroglû Ozmen O. ji sûcên “Kesekê/î ji azadiya wî/ê bêpar bê hiştin”, “Îstîsmarkirina zayendî ya hêsan a zarok”, “Binpêkirina jiyana taybet”, “Destdirêjiya keseke/î nebalix”, “Îstîsmarkirina zayendî ya biwesf ya zarok” doz hate vekirin. Lêbelê beriya danişîna biryarê Sagiroglû hate berdan û reviya. 158 sal ceza li Sagiroglû hate birîn. Dosye ji Dadgeha Îstînafê re hate şandin.