Cezayê disiplînê dan girtiyên ku 33 ‘Rêwiyên Xeyalan’ bi bîr anîn 2023-07-31 17:00:00   STENBOL - Li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 9’an a Sîlîvriyê cezayê disiplînê dan girtiyên jin ên ku 33 ciwanên li navçeya Pirsûsê di êrişa DAIŞ’ê de hatin qetilkirin bi bîr anîn.     Ji 5 girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 9’an a Sîlîvriyê tên ragirtin re, ji bo 33 ciwanên sosyalîst ên beriya 8 salan li Navenda Çandê ya Amara ya li navçeya Pirsûs a Rihayê di encama êrişa bombeyî ya çeteyên DAIŞ'ê de hatin qetilkirin bi bîr anîn cezayê ragihandinê hat dayîn. Dema cezayên ku li 5 kesên ku di nav wan de parêzera Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Gulhan Kaya û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz jî hene nehate hînbûn.    Navên jinên cezayê ragihandinê jê re hate dayîn wiha ne: “Ji parêzerên Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê Gulhan Kaya, endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) Sînem Çelebî, edîtora ETA'yê Nadiye Gurbuz, rêvebera Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Selvînaz Goçmez û Şukran Yaren Tuncer.”