Ev 9 sal in aqûbeta jinên di Fermana 74’an de hatine revandin nayê zanîn 2023-08-01 09:39:55 WAN - Bi ser Fermana 74’an a li dijî êzidiyan re 9 sal derbas bûn û aqûbeta bi hezaran jinan nayê zanîn. Feleknas Uca ji bo azadiya jinên hatine revandin banga têkoşînê kir.      DAIŞ a ku hêzên kûrewî berê wê dabû Rojhilata Navîn, bajarê Iraqê Misûl dagir kir û li dijî xelkên herêmê dest bi qirkirinê kir. Piştî dagirkirina Misûlê, di şeva roja 2’yê tebaxa 2014’an girêdayî 3’yê tebaxê dike de DAIŞ’ê êrişî êzidiyan kir. Êrişên wê yên li dijî gundên li derdora Çiyayê Şengalê veguherîn qirkirinê. Bi êrişan re hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê xwe ji Şengalê vekişandin û bûn sedema Fermana 74’emîn. Di êrişên DAIŞ’ê de bi hezaran êzidî hatin qetilkirin, bi hezaran jin û zarok dîl hatin girtin, bi dehhezaran jê koçber bûn û bi hezaran jin jî di bazarên koleyan de hatin firotin. Bi destpêkirina êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê yên li ser Şengalê re 12 endamên HPG’ê li ber xwe dan û êrişa DAIŞ’ê şikand. Piştî ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di navbera Şengal û Rojava de korîdora jiyanê vekirî, êzidiyên asê mayîn hatin rizgarkirin. Êzidî, vê fermana dawî weke Fermana 74’emîn binav dikin û li gel ku bi ser re 9 sal derbas bûne jî, li gorî texmînan 2 hezar û 700 jinên êzidî di destê DAIŞ’ê de ne.   Êzidiyên ku bi rêya alîkariya korîdorê derbasî Rojava hatin kirin, li Kampa Newrozê hatin bicihkirin. Bi deh hezaran êzidî jî bi saya korîdora HPG’ê vekirî li ser sînorê li herêma Heftanîn ê Herêma Federe ya Kurdistanê derbasî bakurê Kurdistanê bûn. Xelkê êzidî li konbajarên li Şirnex, Cizîr, Silopiya, Êlih, Mêrdîn, Sêrt û Amedê hatibûn amadekirin hatin bicihkirin.    Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca û aktîvîstê êzidî Azzat Alsaleem têkildarî êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê, vekişîna PDK’ê û rola Tirkiyeyê ya di êrişê de nirxandin.    Feleknas Uca da zanîn ku Fermana 74’emîn li pêş çavê hemû cîhanê hate kirin û got ku vê komkujiyê di nava civaka êzidî de rê li ber birînên xedar vekirin. Uca, diyar kir ku DAIŞ’ê bi hezaran jinên êzidî li bazarên Misûlê firot û wiha got: “Her jinek bi dehan caran hate firotin.”    Feleknas Uca   SIYASETA TUNEKIRINÊ    Uca, bi lêv kir ku jin û zarokên ji hêla DAIŞ’ê ve hatine revandin li bajarên cuda derdikevin holê û wiha domand: “Gelek jin li Almanya û Tirkiyeyê hatin firotin. Gelek zarok jî li bajarên weke Enqere û Kirşehîrê derketin holê. Enqere li ku, li Şengal li ku ye. Dema em ji Amedê diçin Êlihê, li sê cihan noqteyên kontrolê hene. Gelo van jinan çawa tînin Enqereyê? Hêj gelek jinên êzidî yên winda hene û gelek jî di destê wan de ne. Divê em bi têkoşîna xwe wan azad bikin. Jinên dîl hatine girtin ne tenê li Enqere û Sûriyeyê, em dizanin ku heta li Rihayê jî hene. Heta lki welatên weke Tunus û Misrê jî hene. Bazarek li ser bedena jinan û baweriya êzidiyan hate avakirin. Ji bo tunekirina baweriya êzidiyan ya ku ji destê wan dihat kirin. Ev yek, siyaseta tunekirina êzidiyan e.”    HEVKARIYA TIRKIYE Û DAIŞ’Ê   Bi domdarî Uca anî ziman ku di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê de hevkariyek heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di dema êrişên li ser Kobanê de wêneyên DAIŞ’î û leşkerên tirk derketin holê. Rêveberên DAIŞ’ê û endamên wê li Tirkiyeyê ne û li vir dijîn.”   ÊRIŞÊN LI SER ŞENGALÊ   Di berdewamê de Uca destnîşan kir ku hêrseke mezin a Tirkiyeyê li dijî êzidiyan heye û wiha pê de çû: “Ev hêrs, bi êrişên li dijî Şengalê tê domandin. Ewqas zilm li ser vî gelî hate kirin lê ew bombeyan li ser wan dibarînin, pêşengên wan dikujin. Hewl didin Şengalê vala bikin, Kurdistanê vala bikin û êzdatiyê tune bikin. Divê hemû kesên di vê pêvajoyê de xelkê Şengalê bi tenê hiştî bên darizandin. Wê demê bi hezaran pêşmerge li Şengalê bû. Gelo çima çekên xwe danîn û çûn? Çima jinên êzidî bi tenê hiştin? Divê bersiva van pirsan were dayîn.”    VEGERA ÊZIDIYAN A ŞENGALÊ    Uca, got ku bi ser komkujiyê re 9 sal derbas bûne lê hêj jî bi hezaran malbatên êzidî di konan de dijîn û wiha derbirî: “Berpirsyarên vê em in ku ev malbat hêj di bin konan de dijîn. Heke em nekarin van mirovan dîsa bibin Şengalê, ev yek berpirsyartiya me tevan e. Dixwazin xelkê êzidî bêhêvî, bêîrade û bêtêkoşîn bihêlin û berhewceyî xwe bikin. Beriya her tiştekî pir girîng e ku êzidî dîsa vegerin Şengalê û jiyana xwe li wir dîsa ava bikin. Tevî 74 fermanan jî civaka êzidî serî netewand. Divê em ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî têkoşîna xwe bidomînin.”    ŞERÊ BERJEWENDIYAN Ê LI HERÊMÊ   Aktîvîstê êzidî Azzat Alsaleem jî anî ziman ku ji ber şerê berjewendiyan ê li herêmê, birînên civaka êzidî nayên başkirin. Alsaleem, diyar kir ku pêdiviya xelkê Şengalê bi edaletê heye û axaftina xwe wiha qedand: “Divê hêzên bûne sedema qirkirinê bên darizandin. Pêşmergeyên ku êzidî bêçek kirin û terka wan kirin, ji hêla rêveberiya Hewlêrê ve hatin xelatkirin. Divê Şengal jinûve were avakirin û piştgiriya psîkolojîk û fîzîkî ji bo yên sax were kirin. Hikûmeta Iraqê berpirsyartiya xwe pêk nayîne. Hikûmeta Iraqê mecbûr e ku hemwelatiyên xwe rizgar bike. Heke hêzeke êzidî ya ku êzidiyan biparêze û xweserî nebe, dê di nava salên pêş de dîsa qirkirin were kirin. Baweriya êzidiyan ne bi PDK’ê û ne jî bi hikûmeta Iraqê tê.”    MA / Bêrîvan Kutlu