Ji bo Toprak vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin 2023-08-01 10:40:09 AMED - Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak a ji doza dihat darizandin beraet bû, ji bo vegere ser wezîfeya xwe dê serlêdan bê kirin.    Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak di sala 2019'an de ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve ji wezîfeyê hatibû girtin û qeyûm tayînî şûna wê hatibû kirin. Dema ku Toprak hevseroka Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê bû ji ber axaftin û çalakiyên beşdar bûye derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û ev yek bû sedema ku ji wezîfeya hevşaredartiyê were dûrxistin. 4 îdianameyên cuda yên der barê Toprak de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê” kirin yek û di vê dozê de der barê Torpak de biryara beraetê hat dayîn. 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê jî sedema beraetê eşkere kir.   Piştî biryara bihince hat eşkerekirin, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi daxwaza ceza li Toprak bê birî îtîrazî Dadgeha Edliyeya Herêma Amedê kir.   Parêzerê Toprak, Burhan Arta jî ragihand ku ji bo ku miwekîla wê vegere ser wezîfeya xwe ya şaredariyê dê serî li dadgehê bide.