Akin: Doza Kobanê encama siyaseta dijminatiyê ye 2023-08-01 13:14:02 ENQERE - Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyê da û wiha got: “Doza Kobanê, encama siyaseta dijminatiyê ya qesrê ye.  Hevalên me nayên darizandin, hevalên me rejîma qesrê didarizînin.”    Danişîna Doza Kobanê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê didome. Di danişînê de navbera hate dayîn û Hevberdevkê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin li pêşiya eywana danişînê daxuyaniyê dide. Parlamenterên Partiya Çepên Kesk û gelek kesên din jî tev li daxuyaniyê bûn.    ‘SIYASETA DIJMINATIYÊ’    Akin, Doza Kobanê weke “doza kompasa siyasî” pênase kir û êrişên li dijî Kobanê û berxwedana wê demê bi bîr xist. Akin, got ku wê demê li gel HDP û Neteweyên Yekbûyî (NY), gelek saziyên din ên navneteweyî bangawaziyên piştevaniyê kirin û wiha got: “Hiqûqa navneteweyî got ku ev daxuyaniyên hatine dayîn, fikrên demokratîk in. Ev doza niha tê lidarxistin, dozeke derqanûnî û derhiqûqî ye. Bi temamî encama siyaseta dijminatiyê ya rejîma qesrê ye. Hevalên me îro careke din gotin ku bi awayekî neheq û derhiqûqî tên ragirtin.”    ‘REJÎMA OTORÎTER TÊ DARIZANDIN’   Bi domdarî Akin anî ziman ku şandeya dadgehê ji bo pêvajoya darizandinê biqedîne nahêle hevalên wan parastina xwe jî bikin û wiha bi dawî kir: “Di esasê xwe de hevalên me nayên darizandin, hevalên me vê darizandina derhiqûqî didarizînin. Anku rejîma qesrê û vê rejîma otorîter û faşîst didarizînin. Careke din nîşan dan bê ka çiqas bêbingeh, bêdelîl û derhiqûqî ye. Ev doz 6 sal piştre ji bo girtina HDP’ê hate vekirin. Hevalên me ev nêzî 3 sal in girtî ne. Dirêjkirina vê rewşê dê bike ku Tirkiye bêhtir teşhîr bibe. Em ê li ber xwe bidin, li heqê xwe bigerin û ji bo pêkanîna edaletê têkoşîna xwe bidomînin. Weke Partiya Çepên Kesk em li gel vê têkoşînê ne.”