Xelkê Wanê bertek nîşanî zemên tên kirin dan: Em nikarin li malê nan peyda bikin 2023-08-02 09:05:21 WAN - Li Wanê hem ajokaran hem jî gel bertek nîşanî bihayên rê yên nava bajêr ku di nava mehekê de du caran hatin zemkirin dan. Ajokaran, diyar kir ku her roj zirar dikin û ev tişt anîn ziman: "Em nikarin li malê nan peyda bikin ku bixwin.”   Li Wanê di nava mehekê de bihayên veguhestina nava bajêr cara duyemîn hate zemkirin. Ev yek bû sedema berteka gel. Bihayê rê yên nava bajêr ku di meha hezîranê de 6 lîre bû, ewilî kirin 7 lîre pişt re derxistin 11 lîreyan. Gel dixwaze zemên hatine kirin bi paş ve bên kêşandin û ajokaran jî bi lêv kirin ku piştî zemên hatin kirin ji sotemeniyê re zem hatiye û tu wateya zema hatiye kirin nemaye.    ‘ÊDÎ EM NIKARIN RÊWIYAN BIBÎNIN’    Hasan Fîl ku di navbera Beşyol û Meydanê de ajokariya servîsê dike, anî ziman ku tenê 5 rojan ji zemên servîsan re hatin kirin sûd girtin û bi lêv kir ku ji ber her roj sotemenî tê zemkirin tu wateya wê nemaye. Fîl, diyar kir ku ji wan re salê carekê, ji sotemeniyê re hema bêje her roj zem tê kirin û destnîşan kir ku rêwî ji zemên tên kirin re wan berpirsyar dibînin. Fîl, anî ziman ku zemên veguhestinê ne ew şaredarî dike û wiha got: “Ne tişteke di destê me de ye. Hemû pereyê ku em qezenc dikin êvarî diçin didin sotemeniyê. Ji ber van zeman her kes êkûdu sûcdar dike. Her ku diçe em bi paş ve diçin. Heqê rê bû 11 lîre, ev gelek e. Ji ber van zeman em êdî rêwiyan peyda nakin. Carna bi kesekê em diçin taxê û tên.”   ‘EM HER ROJ ZIRAR DIKIN’    Fîl, bi lêv kir ku her roj zirar dikin û wiha berdewam kir: “Sûcdarên vê diyar in. Em bi şermê pere ji gel dixwazin. Em her şev hezar lîreyan didin petrolê lê ji gel nikarin 11 lîreyan bixwazin. Ji ber krîza heyî gelek hevalên me yên nekarin kar bikin çûn bajarên weke Stenbolê û di karê înşaetê de dest bi kar kirin. Bifikirin dezgeheke te ya bi 3 milyon lîreyan heye, bacê didî dewletê û ji bo nikarî pere qezenc bikî diçî karê înşaetê dikî. Ez ji vir 11 lîreyan digirim lê ji 15 cihan re bacê didim.”   ‘HÊZA GEL A 11 LÎREYAN BIDE NÎNE’     Ajokarê servîsê Huseyîn Nayman ê qala zehmetiya debarê kir, anî ziman ku hêza mirovan a 11 lîreyan bidin nîne. Nayman da zanîn ku serê sefera wesayîtê 78 lîreyan xerc dike û diyar kir ku bi du-sê rêwiyan diçe taxê û tê. Nayman, bi lêv kir ku bi zemên hatin kirin re bi rêwiyên neyî re qezenckirina pereyan êdî ne pêkan e û wiha axivî: “Ez ê di vê rewşê de çawa pereyan qezenc bikim? Ev rewş hem zirarê dide me hem dide gel. Ne heyfa vî gelî ye? Zemên tên kirin ne çareserî ne. Dema wesayîta didim xebitîn xera bibe saleke min diçe. Van zeman mirov aciz kirine.”   ‘BI ZEMÊN NÛ RE MEXDÛRIYET DÊ ZÊDE BIBE’    Ajokarê bi navê Veysel Yazlik jî anî ziman ku bi zemên nû yên ji veguhestinê hatin kirin re êdî vala diçe taxê û tê û wiha got: “Piştî ku ji veguhestinê re zem hate kirin, karê me gelek kêm bû. Diviya bû wesayît tejî çûbûya taxê û hatiba lê niha rêwiyan peyda nakin. Ji ber vê yekê tiştê em qezenc dikin têra me nake. Em ji bo sotemeniyê dixebitin. Em jî rêwî jî mexdûr in. Bi zemên nû yên ji sotemeniyê tên re mexdûriyeta me dê zêdetir bibe.”   ‘ZEM NE WIJDANÎ NE JÎ EXLAQÎ NE’    Welatiyê bi navê Metîn Bayram ê bertek nîşanî zeman da wiha got: “Gelek mirovên di bin mûçeyê kêmtirîn de dixebitin hene. Bi rastî jî zêdekirina heqê rê û nan ne insanî ne exlaqî ne jî wijdanî ye. Em di vê mijarê de cemiyeta ajokaran, şaredariyê, walîtiyê û hikûmetê şermezar dikin. Ne rewşeke ku mirov heq dikin e.”   ‘YEKANE BERPIRSYAR HIKÛMET E’    Ahmet Kaya bi lêv kir ku kes bertekê nîşanî zemên ji veguhestinê re hatine kirin nade û ev tişt gotin: “Nan ji 3 lîreyan kirin 6 lîre. Ji sotemeniyê re her şev zem tê. Vê heyvê fatûreya min a av û ceyranê hezar lîre hatin. Yekane berpirsyarê van zeman hikûmet e. Her tim tiştek tê dizîn ji holê winda dibe û weke zem ji me re vedigere. Rêjeya enflasyon û zemê ji hev nagirin. Her tişt bûye du qet, yekane sedemê vê yekê jî hikûmet e.”   Nîşan Erol anî ziman ku êdî mirov nikarin nanî bibin mala xwe û wiha axivî: “Hema hema her roj ji her tiştîre zem tê kirin. Mirovên li vir dijîn nikarin nanekê bibin mala xwe. Bihayê dolmîşê bûye 11 lîre. Ev gelek zêde ye. Em weke gel gelek mexdûr in. Ev dewleteke çawa ye? Gel guneh e.”