Îdianameya rojnamevan Yilmaz û Muftuoglû hate îadekirin 2023-08-02 18:40:31   ENQERE - Îdianameya der barê 49 kesên ku di nav de rojnamevan Dîcle Muftuoglû û Sedat Yilmaz jî hene ji aliyê dadgehê ve hat redkirin û dîsa li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hat vegerandin.   Îdianameya der barê 49 kesên ku di nav de Hevseroka Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîcle Muftuoglû û edîtorê MA’yê Sedat Yilmaz jî hene û 5 jê girtî ne hatiye amadekirin û pêşkeşî 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hate kirin nehate qebûlkirin û li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê hate vegerandin.    Hate diyarkirin ku ji ber li ser dosyayê biryara veşartî heye nehate zanîn ku îdianame bi kîjan sedemê li serdozgeriyê hatiye vegerandin.