Malbata kurd a li Konyayê kadîna wan şewitî: Faşîstên ku gef xwarin şewitandin 2023-08-02 20:12:46   KONYA - Erol Şan ê li Konyayê kadîn û beşeke mala wî şewitî anî ziman ku şewat ji aliyê kesên ku bi gotina “Em we jî weke Dedeogûllari bikin” gef li wan hatiye xwarin ve hatiye derxistin.    Kadîna Malbata Şan a li Taxa Saraçoglû ya girêdayî navçeya Karatay a Konyayê dijî duh bi şev şewitî. Ji ber şewatê beşeke mala malbatê jî şewitî. Yek ji ferdên malbatê Erol Şan, îdia kir ku dibe kadîn ji aliyê H.A. û M.E.A ku beriya niha bi gotina “Em ê we jî weke Dedeogûllari bikujin” gef li wan xwarine ve hatibe şewitandin.    ‘GEF LI ME XWARIN’    Şan, da zanîn ku beşeke mala wî û 160 ton ka wî bi temamî şewitî ye. Şan, têkildarî bûyerê ev agahî parve kirin: “Îhtîmaleke mezin faşîstên ku beriya niha bi lawê min re nîqaş kirin, kirine. Deynê kurê min bi wan re hebû. Zarokên min beriya salek û nîvan çûn pereyê xwe ji H.A. bigirin. Wê demê gef li zarokên min xwarin. Li ser zarokên min jî bersiv dan nîqaş derket û zarokên min bi xespkirina wan sûcdar kirin. Di wê nîqaşê de ji zarokên min re wiha gef xwaribûn ‘Hûn hêj şerm nakin? Em we jî weke Malbata Dedeogûllari bikin?’ Piştî nîqaşê kekê kesê gef xwarin li min geriya û bi van gotinan gef xwarin ‘Ez ê we ji Konyayê bişînim, tune bikim. Ez ê we bişewitînim’. Em ji ji ber gefan difikirin ku van kesan ev bûyer kirine.”   SERLÊDANA LÊKOLÎNÊ HATE KIRIN    Şan, anî ziman ku ji kamerayan hewl dane faîlên bûyerê tespît bikin lê encam negirtine û wiha berdewam kir: “Miduriyeta polîsan dê tiştekê bike neke nizanim. Ji kamerayan tiştek nehate tespîtkirin. Lê ev êriş bi zanebûn û daxwaz hate kirin. Ev agirpêxistine ne tiştekî din. Ji milyonekê zêdetir zirara me çêbû. Birayê wî herî dawî di meha remezanê de jî li min geriya û wiha got ‘Ez ê we ji vir bişînim, ez ê we bikujim, ez ê we bişewitînim’. Me serlêdan kir ku qeydên HTS’ê û daneyên BAZ’ê bên lêkolînkirin.”   KOMKUJIYA DEDEOGÛLLARI   Li navçeya Meram a Konyayê malbatên Keleş û Çalik di 12’ê gulana 2021’an de di êrişa ewil a li dijî Malbata Dedeogûllari de 4 jê jin 7 kes birîndar kiribûn. Êrişkaran di dema êrişê de bi gotina “Em ulkucu ne em ê we bikujin” gef li malbatê xwaribûn. Ji êrişkaran 7 jê hatibûn girtin. Lê bêyî ku 2 meh derbas bibin hemû jî hatibûn berdan. Piştî biryara berdanê 18 rojan an ku di 20’ê tîrmehê de li dijî malbatê êrişa duyê hate kirin û ji Malbata Dedeogûllari 7 kes hatibûn qetilkirin.