Rojên Sînemaya Kurdî dest pê kirin 2023-08-02 22:10:30   AMED - Li Amedê di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de ku pêşengtiya wê ciwanên zanîngehê dikin, fîlmê “Şeva 12 Salî” hat nîşandan.   Li Amedê bi pêşengtiya ciwanên zanîngehê, Rojên Sînemaya Kurdî ku dê li avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bên nîşandan, dest pê kirin. Di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de îro fîlmê “Şeva 12 Salî (La Noche De 12 Años)” hat nîşandan. Piştî temaşe kirina fîlm, temaşevanan derbarê fîlm de nîqaş kirin û şîroveyên xwe anîn ziman.    MIJARA FÎLM   “Şeva 12 Salî”, çîroka 3 girtiyên siyasî ku 12 salan di hucreyê de dimînin vedibêje. Di sala 1973'an de Ûrûgûay ji aliyê dîktatoriya leşkerî ve dihat birêvebirin. Şevek payîzê sê girtiyên siyasî ku di hucreyê de û di bin kontrola dewletê de dimînin, bi operasyoneke veşartî ji hucreyên xwe yên girtîgehê birin cihekî nediyar. Ev der, hucreyên wan in ku ew ê 12 salên xwe yên dawî lê derbas bikin. Tişta ku dixwazin bê kirin diyar e, dê girtî neyên kuştin lê dê dîn û har bibin. Di nav girtiyên ku di hucreyên xwe yên nû de mehkûmê dînîtiyê hatiye kirin, Jose Pepe Mujica jî heye ku piştî gelek salan bû Serokkomarê Ûrûgûayê.   Fîlm ji çîrokek rastîn hatiye vegirtin û ji hêla derhêner Alvaro Brechner kiriye. Senaryoya fîlm ji aliyê derhêner Brechner ve hatiye nivîsandin û di lîstikê de navên wekî Antonio de la Torre, Chino Darín, Soledad Villamil, Alfonso Tort, César Troncoso, Silvia Pérez Cruz cih digirin. Derhêneriya dîmen Carlos Catalan dike û muzîkên fîlm jî, ji hêla Federico Jusid ku di heman demê de muzîka fîlmên wekî Loving Pablo Escobar, The Hunter's Revenge, Trap û Anne derxistiye, hatiye çêkirin.   Bername piştî nîqaşan bi dawî bû. Li aliyê din di çarçoveya Rojên Sînemaya Kurdî de dê her hefte fîlmekî cuda were pêşandan.