KCD: Divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê bê naskirin 2023-08-03 10:58:46   NAVENDA NÛÇEYAN - KCD’ê bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û wiha got: “Divê hêzên navneteweyî berpirsiyariya xwe bi cih bînin, vê fermanê weke jenosîdê qebûl bikin. Her wiha divê statûya Şengalê were naskirin.”    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya 3’yê Tebaxa 2014’an a li dijî civaka êzidî ku weke Fermana 74’an tê pênasekirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCD’ê hemû qurbaniyên komkujiyê bi bîr anî û diyar kir ku divê ferman weke jenosîd were qebûlkirin û statûya Şengalê were naskirin.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye: “Civaka êzidî ji dîrokê heta niha gelek caran bi gelek qetlîaman re rû bi rû ma. Herî dawî di 3’yê Tebaxa 2014’an de rastî êrişên hovên DAIŞ’ê hat ku bi van êrişan fermana 74’emîn pêk hat.  Bi vê fermanê re gelek êzidî ji warê xwe bûn, di rêyan de canê xwe ji dest dan, dîl hatin girtin, piraniya zarok û jin hatin revandin ku îro jî gelek ji wan winda ne û der barê wan de ti agahî nînin. Ev hovîtî li ber çavên hemû cîhanê pêk hat, bêdengî û şirîkatiya hin hêz û dewletan rê li ber vê fermanê vekir. Êzidiyên ku berê xwe didin rojê dua dikin û dibêjin ‘ya Rebbî tu pêşiyê 72 miletî biparêzî paşê me êzidiyan jî biparêzi’ li ber çavên 72 miletan hatin qetilkirin. Civaka êzidî wê yên ku teqsîr nekirin li hewara wan çûn û rê ji wan re vekirin jibîr neke û yên ku bi bêdengî û şirîkatiya DAIŞ’ê rê li ber fermana 74’an vekirin jî jibîr neke.   DIXWAZIN ÊZIDIYÊN VEGERIN WARÊ XWE ASTENG BIKIN   Ji ber fermana 74’an îro gelek êzidî di kampan de dijîn, gelek ji wan jî koçber bûn û li waletên cuda yên cîhanê belav bûn. Ligel 74 fermanan, civaka me ya êzidî dest ji çand, ziman, bawerî û kevneşopiya xwe berneda û heta îro parast. Lê her çiqas îro DAIŞ têk çûbe jî şirîkên DAIŞ’ê hewl didin ku êzidiyên dixwazin vegerin warê xwe, jiyaneke nû ava bikin û li Şengalê bibin xwedî statûyê, asteng bikin. Bi vê yekê dixwazin ku civaka me ya qedîm a êzidî bê cih, bê war, bê statû bihêlin da ku çand, ziman, baweriya wan qir bikin û bêbîr bihêlin. Lê civaka êzidî xwedî bîreke zindî ye. Ji ber vê yekê ye ku dixwaze bi awayeke xweser bijî û ji bo jiyaneke wekhev a azad îro têdikoşe. Em bawer in ku wê ev têkoşîna mafdar bi ser bikeve, em bawer in ku keç û xortên civaka me ya êzidi wê xwedî li dîroka xwe ya qedîm derkevin û pêşeroja xwe biparêzin.   DIVÊ ŞENGAL BIBE XWEDÎ STATÛ   Ev fermana ku li dijî civaka êzidî pêk hat sûcekî hovane yê li dijî mirovahiyê ye ku gelek dewletan wek jenosîd qebûl kiriye. Ji ber vê yekê hêzên navnetewî yên ku ji bo şermezarkirina vê fermanê ketin rêzê yan jî bêdeng man, divê berpirsiyariya xwe bi cih bînin, vê fermanê weke jenosîdê qebûl bikin, ji raya giştî ya cîhanê re eşkere bikin û berpirsiyar û şirîkê vê fermanê di dadgeha navneteweyî de darizînin. Em wek KCD’ê di 9’emîn salvegera fermana 74’an de yên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û diyar dikin ku divê civaka me ya êzidî bi awayeke azad çand û baweriya xwe bijî, nasnama xwe biparêze, kevneşopiyên xwe bidomînin û Şengal bibe xwedî statû. Bi vê mebestê em bang li hemû partî, sazî û rêxistinên kurd dikin ku civaka me ya êzidî ya qedîm li dijî êrişan biparêzin û ji bo ev ferman wek jenosîd bê qebûlkirin û Şengal bibe xwedî statû jî di nava hewldanan de bin.”