Noxteya hêzên Şamê hate bombekirin: Leşkerek birîndar bû 2023-08-03 18:25:49   NAVENDA NÛÇEYAN - SÎHA'ya dewleta tirk noxteyeke hêzên hikumeta Şamê bombe kir. Di êrişê leşkerekî hikumeta Şamê birîndar bû.   Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Balafireke Biçek û Bêmirov (SÎHA) a dewleta tirk noxteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Kefer Entûn a li navçeya Şera ya Efrînê du caran bombe kir. Di êrişê de leşkerekî Şamê birîndar bû.   Li aliyê din, dewleta tirk derdora gundê Bênê yê girêdayî navçeya Şêrawa bi çekên giran topbaran kir.   Li herêmê liv û tevgera SÎHA'yên dewleta tirk didome.