Li Qelqeliyê 2 ciwan di gole de xeniqîn 2023-08-03 19:45:15   WAN - 2 ciwanên ku li gundê Çibûxlî yê girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê ketin golê, xeniqîn.    2 ciwanên bi navê Yûsûf Bûlût û Mahsûm Ozbey ên li gundê Çibûxlî yê girêdayî navçeya Qelqelî ya Wanê ketin golê, xeniqîn. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin ciwanên ku ji bo hênik bibin ketin golê, di dema avjeniyê de li nava çiravê asê man. Piştî ku kesên derdorê agahdarkirin peywîrdarên Miduriyeta Rewşên Lezgîn û Afetê (AFAD) û ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin.    Malbat û xizmên ciwanan jî hatin cihê bûyerê. Di encama xebatên lêgerîn û xelaskirinê de cenazeyên ciwanan hatin dîtin. Cenazeyên ciwanan ji bo otopsî bê kirin rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Ozalpê.