Komxebata Şengalê: Divê Iraq Koordînasyona Şengalê esas bigire 2023-08-03 21:27:44   NAVENDA NÛÇEYAN - Di komxebata li Şengalê bi dirûşmeya "Li dijî zilmê yekitiya me hêza me bi xwe ye" hate lidarxistin de hate diyarkirin ku divê Hikumeta Iraqê Koordînasyona Şengalê esas bigire.    Li Şengalê bi pêşengtiya Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê, bi boneya salvegera 9’emîn a Fermana 3’yê Tebaxa sala 2014’an, bi dirûşmeya "Li dijî zilmê yekitiya me hêza me bi xwe ye" komxebatek hat lidarxistin. Komxebat bi peyam û axaftinên mêvanan bi encam bû. Di komxebatê de nûnerên gelên Şengalê banga xurtkirina yekitiyê kirin û her wiha bang li Iraqê jî kirin ku hemû bernameya xwe ya li ser Şengalê, bi îradeya gelên Şengalê re nîqaş bikin û bi hev re bernameyek daynîn.   Piştî axaftina vekirinê, berpirsê YNK’ê yê Şengalê Dawid Cindî li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê axivî. Dawid Cindî di destpêka axaftina xwe de bibîrxist ku 9 sal di ser fermana Şengalê derbaz dibin ku herkes bûye şahidê vê komkujiyê û got: “Em dixwazîn balê bikşînin ser wê yekê ku gelek plan li ser civaka êzidî û Şengalê hene. 9 sal di ser fermanê re derbaz bûn lê mixabin hê jî bi dehezaran gelê me li kampane û zext li ser wan tê kirin ku venegerin Şengalê. Me xwest em dengê Şengalê û deşta Nînovayê bikin yek, me ev hêz tifaq avakir ku em dengê gele xwe bigihînin cihên eleqedar.”   ‘EM VÎNA XWE TESLÎMÎ TU KESÎ NAKIN’   Dawid Cindî li ser navê Koordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê û gelên Şengalê ev peyam da dewleta Iraqê: “Em weke şandeya Tensiqî ya Şengalê dixwazin beşdarî bernameya hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê bibin û divê hikûmet vê tifaqa me esas bigire. Em li ser navê gelê Şengalê dibêjin ku her çi bêyî me li ser navê Şengalê were kirin em qebûl nakin, red dikin. Em careke din nahêlin ku tu kes me teslîmî wan kesan bike ku beriya fermanê qaşo parastina me dikirin.”   ‘PIRSGIRÊKA ŞENGALÊ SIYASÎ YE’   Li ser navê waliyê Mûsilê jî Elî Emer Gepo di komxebatê de axivî û got: “Em vê roja reş bi bîr tînin, em ji hemû dinyayê re dibêjin ku DAÎŞ li çiyayê pîroz şikest. Gelek êş bi me dan kişandin lê me pozê wan li erdê xist. Wê dîrok berxwedana Çiyayê Şengalê binivîse. Ez weke kesekî Êzidî dibêjim, pirsgirêka Şengalê pirsgirêkek siyasî ye.”   Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê Hecî Ecem jî axivî û bang li hikûmeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî kir da ku berê xwe bidin Şengalê û rewşa Şengalê bibinin. Ecem got ku divê pirsgirêkên Şengalê were çareserkirin.   Komxebat bi axaftin û peyaman bi dawî bû.