ROJEVA 4'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-04 09:00:23   * Vahdettîn Erdemcî yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê ragirtin, ragihand ku sergardiyanê bi navê Aykût ku xwe weke “Serokê Tîma A’yê” daye nasîn, wiha gotiye: “Em ê we hemûyan bikin mirov, em bi taybetî ji bo vê yekê hatin perwerdekirin.”   * Ji Rêxistina Xurtkirina Başiya Jin û Zarokan a Efxanistanê Meryem Marof Arwîn diyar kir ku piştî Talîbanê mafên jin û keçan tûne tên hesibandin û wiha got: “Em jinên Afgan tu carî teslîmî dijminên mirovahiyê û azadiyê nabin.”   * Nûnerên tevgerên kedê bi lêv kirin ku bi milyonan karkerên mûçeyê kêmtirîn bi xizaniyê re li ber xwe didin û destnîşan kirin ku karkerên mûçeyê kêmtirîn îro ji bo bijîn deyndar dibin û destnîşan kirin ku divê karker zêdetir xwe bi rêxistin bikin û dakevin kolanan.   * Hatîce Calihan li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin û tehliyeya wê bi îdiaya “Xwendin û nivîsandina wê tune ye û tev li bernameyeke têkildarî perwerdeyê nehatiye kirin” hate taloqkirin.    * Berdevka TAJÊ Riham Heco anî ziman ku piştî fermanê jinên êzidî bi avakirina meclisan li dora TAJÊ xwe birêxistin kirin û wiha got: “Rêxistinkirina jinên êzidî ne bi hêsanî çêbû. Ew jinên ku tune hatine hesibandin, bêîrade hatine hiştin îro pêşengtiyê berxwedanê dikin.”   * Cerdevanan li gundê Sorbitnê yê li quntara Çiyayê Cûdiyê, qirkirina daran didomînin. Îlyas Yagan ê 70 salî, anî ziman ku qedexeyên ji salên 90’î hatine destpêkirin li gundê wan wek fiîlî tê meşandin.    * Welatiyên Wanê zemên piştî hilbijartinê hatine kirin weke “zilm” pênase kirin û wiha gotin: “Em li qûşxaneya vala û qûşxaneya vala jî li me dinêre.”   * 21’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê di roja duyemîn de didome. (13.00-21.00)   * Şaxa ÎHD’a Îzmîrê dê li dijî talankirina xwezayê li avahiya komeleyê nobetê bigire. Piştre jî dê li pêşiya Sumerbank a kevin a Konakê daxuyaniyê bide. (14.00-18.00)   * Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê dê li dijî hewldana mudaxilbûna Serokatiya Karên Diyanetê ya ji bo Doza Kobanê li Eywana Konferansan a HDP’ê daxuyaniyê bide. (15.00)