Calihan bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê nîne’ nayê berdan! 2023-08-04 09:02:28   ÎZMÎR - Hatîce Calihan li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin û tehliyeya wê bi îdiaya “Xwendin û nivîsandina wê tune ye û tev li bernameyeke têkildarî perwerdeyê nehatiye kirin” hate taloqkirin.    Hatîce Calihan di sala 2010’an de dema endama Meclisa Ciwanan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bû li Amedê hate girtin. Calihan bi îdiayên “Endamtiya rêxistinê”, “Ji bo kar nede kirin li ber xwe da” û “Propagandaya rêxistinê” hate darizandin. Dadgehê 15 sal û 30 meh û 15 roj cezayê hefsê da Calihan. Calihan 13 sal in girtî ye û niha li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin.    Diviyabû Calihan di 3’yê hezîranê de bihata berdan lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê tehliyeya wê bo 8 mehan taloq kir. Calihan ji dibistana amadehî mezûn bûye û xwendin û nivîsandina wê heye lê bi îdiaya “Xwendin û nivîsandina hikûmxwarê nîne û di pêvajoya girtîgehê de daxilî bernameyên perwerdeyê nehatiye kirin” nehate berdan.    Di berdewamiya biryarê de jî ev hincet hatin nîşandan: “Greva birçîbûnê, berzkirina dirûşman, di dosyaya xwe de poşman nîne, 5 nameyên di demên berê de şandine bipirsgirêk hatine dîtin, di rojên neteweyî û olî de tev li tu toren û bernameyên bîranînê nebûye, ji pirtûkxaneya saziyê sûd negirtiye, tev li bernameyên qurs, perwerde, dersên qawîşê û perwerdeya olî nebûye û tev li xebatên rêberiyê nebûye.” Parêzeran li dijî vê biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.    ‘LI DIJÎ QANÛNAN E’   Parêzerê wê Abdulmecît Yildirim got ku dê îtîraza wan a li dijî biryarê bidome û ev tişt anî ziman: “Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di sala 2021’an de kete meriyetê û bi vê yekê re binpêkirin û derhiqûqtî zêde bûn. Yek ji van biryarên derhiqûqî jî ji bo miwekîla min Calihan dan. Bi hinceta ‘xwendin û nivîsandina wê tune ye’, tehliyeya miwekîla min ji bo 8 mehan taloq kirin. Lê miwekîla min ji dibistana amadehî mezûn bûye û xwendin û nivîsandina wê heye. Heke ne zane jî ev nabe hinceta taloqkirina înfazê. Di heman biryarê de dibêje ku ‘ji pirtûkxaneyê sûd negirtiye.’ Ya ku hatiye kirin li dijî qanûnan e. Bi bandora atmosfera siyasî ve, bi hincetên vala nahêlin girtiyên siyasî bên berdan.”    Yildirim, da zanîn ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê di sala 2021’ê de kete meriyetê lê cezayên disiplînê yên salên berê weke hincet tên nîşandan û wiha bi dawî kir: “Zêde bi kar anîna avê, dikin hinceta taloqkirina înfazê. Lê belê dema girtiyekê din avê kêm bi kar tîne jî îcar bi îdiaya li gorî pîvanên paqijiye tevnegeriyaye înfaza wî tê taloqkirin. Gelek hincetên din ên wiha vala hene. Dibêjin girtî ji pirtûkxaneyê sûdê nagirin. Girtiyên bi sala ye di girtîgehê de, ji endamên şandeyê gelek zêdetir pirtûk xwendine. Lê bi hinceta ku di 6 mehên dawî de ji pirtûkxaneyê pirtûk nestandiye, înfaza wan tê taloqkirin.”    MA / Delal Akyuz