Ekolojîst dê li dijî talanê li Cizîrê bin 2023-08-04 11:29:56   ENQERE - Alîkarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Nacî Sonmez anî ziman ku tevgerên ekolojiye dê li dijî talankirina xwezayê li Cizîrê bin û wiha got: “Ji Akbelenê heya Cûdî bi tena serê xwe xelasiyek nîne.”    Li gelek herêmên Tirkiyeyê û Kurdistanê qirkirin û şewitandina daristanan, talana xwezayê berdewam dike. Ji Cûdî heya Akbelenê herêmên ku dar lê tên birîn an jî şewitandin ji bo kanên madenan têne pêşkeşkirin.   ‘ŞER DIJÎ HELWESTA TÊKOŞÎNÊ TÊ MEŞANDIN’   Cîgirê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ji Komîsyona Ekolojiyê Berpirsyar Nacî Sonmez li ser texrîbatên xwezayê yên li Tirkiye û Kurdistanê axivî. Sonmez, destnîşan kir ku desthilat dixwaze têkoşîna Akbelenê ya 2 sal e dom dike bitepisîne û denge civakê qut bike. Sonmez, wiha dom kir: "Lewma ewqas êrişan dike. Di esasê xwe de ev siyaseta şer, dixwaze vê pergala xwezayî ji holê rake. Şer li dijî helwesta têkoşînê tê meşandin û em jî lijî vê yekê helwesta xwe nîşan didin.”   TÊKOŞÎNA HEVPAR   Sonmez, bêdengiya qirkirina xwezaya Kurdistanê û taybet ya Cûdî rexne kir û axaftna xwe wiha domand: “Dixwazin tevgera kurd û têkoşîna hevpar a HDP’ê terorîze bikin û ji siyasetê dûr bixin. Xelasiya vê yekê ne têkoşîna ekolojiyê ye. Divê têkoşîneke hevpar a demokrasiyê were kirin. Em li gel wê ne ku ji Cûdî heya Akbelenê, ji Akbelenê heya Cûdî têkoşîneke hevpar bimeşînin. Em ê bêhtir li ser vê xalê bisekinin."   ‘ÇARESERIYA BI TENÊYA SERÊ XWE NÎNE'   Sonmez, da zanîn ku ew ê di 5'ê tîrmehê de li gel tevgerên ekolojiyê li navçeya Cizîr a Şirnexê bin û axaftina xwe wiha qedand: "Bi tena serê xwe xelasiyek tune ye. An bi hev re an jî tu kes ji me."   MA / Yusra Batihan