Rapora girtîgehan a Baroya Agiriyê: Tecrîd derxistine asta herî jor 2023-08-04 13:57:36 AGIRÎ - Komîsyona Girtîgehan a Baroya Agiriyê rapora xwe ya têkildarî Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê parve kir. Baroyê da zanîn ku mafên mirovan ên herî bingehîn tên binpêkirin û tecrîd derxistine asta herî jor.    Komîsyona Girtîgehan a Baroya Agiriyê têkildarî binpêkirinên di 3 mehên dawî li Girtîgeha Tîpa L a Panos a Agiriyê raporek amade kir. Di raporê de bal kişand ser binpêkirinên mafê ewlekarî, tenduristî, tedawî, azadiyên şexsî, peywendî û xweîfadekirinê.    MAFÊ TENDURISTIYÊ   Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehê bi qasî tê xwestin bijîşk nînin û ji ber ku bijîşkê revîrê her carê tê guherandin, di tedawîkirina girtiyan de pirsgirêk tên jiyîn. Bi domdarî di raporê de wiha hate gotin: “Sewqên nexweşxaneyan dereng tên kirin, yekîneyên cendirmeyan bi girtiyan re diçin nexweşxaneyê û di dema tedawiyê de destên wan kelemçe dikin, bi wesayîtên rîngê yên teng ku cihê girtiyan tê de nîne tên sewqkirin, li nexwexşane û revîrê girtî bi destkelemçekirî tên tedawîkirin, di dema sewqkirinê de rastî lêgerînên di asta tacîzê de tên, dema girtî îtîraz dikin cezayên disiplînê lê tên birîn, girtiyên ku nexweşiyên wan ên giran hene û divê li nexweşxaneyê bên sewqkirin pir zehmet dişînin nexweşxaneyê, dema li nexweşxaneyê tên sewqkirin lêgerîna nava dev lê ferzkirin, yên vê lêgerînê red dikin li nexweşxaneyê nayên sewqkirin û derheqê wan de lêpirsîna disiplînê tê destpêkirin, her tim lêgerîna nava dev tê kirin, bêyî ku lepik bên bikaranîn ev lêgerîn tê kirin.    LÊGERÎNA NAVA DEV    Sepana lêgerîna nava dev a li girtîgehê didome. Ji ber vê sepanê jî girtî naxwazin biçin nexweşxaneyê. Ev sepan li derveyî armanca wê tê bikaranîn û weke amûrekê îşkenceyê tê bikaranîn.”    ‘JI BO BIÇE NEXWEŞXANEYÊ JILÊT DAQURT’   Di beşa “îşkence”yê ya raporê de jî ev tespît hatin kirin: “Nexweşiya helîna hestiyan a girtî B.T. heye û ji bo li nexweşxaneyê were sewqkirin gelek caran serlêdanên devkî û nivîskî kir. Lê her carê hatin redkirin. B.T. jî ji bo biçe nexweşxaneyê jilêt daqurt. Piştre rakirin nexweşxaneyê û birin cem psîkolog. B.T. hêj ji psîkolog re negotibû ku sedema van pirsgirêka rewşa derhiqûqî ye û ji bo daxwaznameyên wî bên qebûlkirin û ji bo nexweşiya xwe li nexweşxaneyê were sewqkirin ev jilêt daqurtî ye, memûrên girtîgehê hevdîtin di nîviyê de qut kirin. Piştre jî B.T. ji ber jilêtê daqurtî nexweş bû û rakirin nexweşxaneyê.  Li gorî îdiaya B.T.; beriya bibin nexweşxaneyê ji ewil li kabîna mehkûman rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hat. Got ku xebatkarê bi karûbarên revîrê re mijûl jê re got ‘xwezî te 5 jilêt daqurtibûna û bimiriya lewçe.’ B.T. got ku rastî tundiya psîkolojîk û fîzîkî hatiye.”   ‘BI DIJMINAN WAN RE XISTIN HEMAN QAWÎŞÊ’   Bi domdarî hat destnîşankirin ku li girtîgehê bi H.A. re hevdîtin hatiye kirin û ev agahî hatin parvekirin: “Girtiyê bi navê H.A. ev agahî bi me re parve kir; ‘îşkenceyên li girtîgehê bi awayekî sîstematîk tên kirin. Min ji bo guherandina qawîşê gelek caran serî li rêveberiya girtîgehê da. Lê bi awayekî dilxerabî ez xistim qawîşê kesên em û ew dijminên hev in. Min ev yek qebûl nekir û li ser vê yekê rayedaran daxwaznameya min çirandin. Tevî ewqas keda min jî ez anîm birin qawîşa ku neyarên me lê dimînin. Ez û neyarên me bi şer çûn û di vê navberê de rayedarên qawîşê destên min ji pişt ve kelemçe kirin û anîn cihê qebûlkirina mehkûman. Ji wir jî ez derbasî odeya bêkamera hatim kirin. Li wir heta ez ser hişê xwe çûm îşkence li min kirin. Têkildarî vê îşkenceyê min li Serdozgeriya Komarê ya Panosê gilî kir. Li ser vê yekê rayedarên girtîgehê ji bo ez giliyê xwe paşve bikişînim bang li min kirin. Gotin ku heke tu lê ve nebî em ê giliyê malbata te bikin û te jî sewqî disiplînê bikin.’ Her wiha girtiyê bi navê Y.T. jî biisrar xwest biçe kantînê û li ser vê yekê ew û hevalên xwe rastî tundiya 11 gardiyanan hatin.”    JI BER STRANA BI KURDÎ CEZAYÊ HUCREYÊ DAN    Di beşa “Lêpirsînên disiplînan û şewitandina înfazan” de jî binpêkirin hatin rêzkirin. Di vê beşa behsa xeberê de ev agahî hatin dayîn: “Bi lêpirsînên disiplînê yên keyfî, tehliyeya girtiyan tê astengkirin. Poşmantî li girtiyan tê ferzkirin, di dema lêgerînên li odeyan de dest danin ser lênûs-pirtûkan û ji ber vê rewşê jî lêpirsînên disiplînê tên destpêkirin. Bi hinceta ku di navbera xwe de stranên bi kurdî gotine, li 4 girtiyên jin cezayê hucreyê hate birîn. Girtiyên siyasî û yên ji sûcên îstîsmar û tecawizê hatine girtin li heman beşan hatine bicihkirin. Pêşî li ber peywendîdanîna kesên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn û mehkûman û rojê tenê careke bi tena serê xwe bi qasî saetekî derdikevin hewadariyê.”    HEMÛ MAFÊN WAN TÊN BINPÊKIRIN   Baroya Agiriyê di rapora xwe de got li gel ku pandemî bi dawî bûye jî hobî, çalakî û spor bi hincetan tevdîrên pandemiyê tên astengkirin û ev agahî hatin parvekirin: “Li ser îtîrazên girtiyan, destûr hate dayîn ku girtî mehê carekê sporê bikin. Dest danin ser pirtûk û kovaran, çeşîdên li kantînê kêm in û biha tên firotin, gelek cil û bergên malbat dişînin nayên qebûlkirin, xwarinên nebaş tên dayîn û kêm tê dayîn, li qawîşên 25 kes lê dijîn 4 kabîneyên serşûştinê hene, ava germ a ji bo serşûştinê pir kêm tê dayîn û hêj nîviya qawîşê serê xwe neşûştî ava germ tê birîn.”   Di beşa encamê ya raporê de jî hat xwestin ku ev binpêkirin bi dawî bibin. Baroyê bang kir ku derheqê kesên dibin sedema van binpêkirinan de lêpirsîn were destpêkirin û wiha bi dawî bû: “Mafên herî bingehîn ên girtiyan jî hatine binpêkirin û tecrîda li ser wan derketiye asta herî jor. Her wiha divê girtiyên nexweş bên tehliyekirin. Tê dîtin ku rêveber û xebatkarên girtîgehê rayeya xwe xerab bi kar tînin. Em ê derheqê faîlên îşkence û miameleya xerab a li Girtîgeha Tîpa L a Panosê, serlêdana sûc bikin.”