Derheqê gardiyanên îşkencekar de serlêdana sûc hate kirin 2023-08-04 16:37:50   ENQERE - Şaxa OHD’a Mêrsînê ji ber îşkenceya li girtiyê nexweş Vahdettîn Erdemcî hatiye kirin,  li Serdozgeriya Komarê ya Eregliyê derheqê gardiyanan de serlêdana sûc kir.    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Mêrsînê, ji ber îşkenceya li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Eregliyê li girtiyê nexweş Vahdettîn Erdemcî hatiye kirin, li Serdozgeriya Komarê ya Eregliyê derheqê gardiyanan de serlêdana sûc kir.    Di gilînameyê de îşkenceya li Erdemcî hatiye kirin hat vegotin û hat destnîşankirin ku cihêkarî li Erdemcî tê kirin. Hat gotin ku nexweşiyên weke KOAH, dil, bronşît û fitqa stû yên Erdemcî hene û mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin. Di gilînameyê de hat xwestin ku derheqê gardiyanan û bijîşkê girtîgehê de lêpirsîn were destpêkirin, îşkence bê tespîtkirin û kesên ji van binpêkirina berpirsyar jî bên cezakirin.