Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê: Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde 2023-08-04 18:12:55   STENBOL - Meclisa Gel û Baweriyan a HDK’ê bertek nîşanî daxwaza dahîlbûna Doza Kobanê ya Diyanetê da û wiha got: “Diyaneta ku daxwaza gel û baweriyan a azadî û wekheviyê bi cih naîne, dest avêtiye darazê. Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde.”   Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) têkildarî daxwaza Serokatiya Karên Diyanetê ya ji bo mudaxilbûna Doza Kobanê li Navenda Giştî ya HDK'ê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna ku pankarta “Diyanetê dest avête darazê jî” hate vekirin de Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr, parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Gergerlîoglû, endam û rêveberên navend û navçeyan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Alimên Olî (DÎAY-DER) amade bûn.    Endamê DÎAYDER’ê Bedrettîn Gunay diyar kir ku saziyên dewletê bi avakirina “birbîriya sexte” hewl didin tev li Doza Kobanê bibin û serlêdana mudaxilbûna Doza Komployê ya Kobanê ya Serokatiya Karên Diyanetê bi bîr xist. Gunay, ê tiştên wê demê qewimîn bi bîr xistin, anî ziman ku rastî “hatin berovajîkirin” û wiha got: “Diyanet di nivîsa ku ji dadgehê re şandî de îdia dike ku bi dehan mizgeftên li Mêrdîn, Amed, Colemêrg û Şirnexê ji aliyê endamên rêxistinê ve hatine texrîbkirin. Ev îdiaya Diyanetê ku tu palpişta delîlên hiqûqî nîne ji hewldana bandorê li pêvajoya darazê bike zêdetir tiştekî din nîne.”   ‘HELWESTA DIYANETÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Gunay, bi lêv kir ku helwesta Diyanetê nayê qebûlkirin û wiha berdewam kir: “Nayê qebûlkirin ku Serokatiya Karên Diyanetê ji wezîfeyên xwe yên hatine diyarkirin wêdetir biçe û bibe aliyekî polîtîkayên desthilata heyî û bawerî û îbadetxaneyên gel ji bo vê helwestê weke amûrekê bi kar bîne. Diyaneta ku daxwaza gel û baweriyan a azadî û wekheviyê bi cih naîne, dest avêtiye darazê. Divê diyanet dest ji hewldanên xwe yên ku bandorê li darazê bike berde.”   ‘EV ÎSLAMA SIYASAL E’    Fatma Yavûz a ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve hate îxrackirin, diyar kir ku serokatî xelet tê birêvebirin û xwest ev rewşa polîtîkbûna diyanetê demildest bi dawî bibe. Alimê Olî Yûsûf Înal ê pişt re axivî jî wiha got: “Damezrandina Diyanetê li dijî destûra bingehîn e. Ev ne karên diyanetê karên rezaletê ye. Gelek karên tirsnak hatin kirin lê ji Diyanetê deng derneket. Di Doza Kobanê de hemû cîhan ji têkoşîna li dijî DAIŞ’ê hatiye dayîn re li çepikan dide lê serokatiya karên rezaletê radibe ji bo mudaxil bibe her cure lîstikan dilîze. Olî îstîsmar dikin. Ev Îslama siyasal e.”   ‘DIYANET ÇIMA JI ZILMÊ RE DENG DERNAXÎNE’    Parlamenterê Partiya Çepên Kesk Omer Farûk Gergerlîoglû jî anî ziman ku Diyaneta li ser navê ol hatiye avakirin “destê zilmê” ye û wiha got: “Serokatiya Karên Diyanetê hatiye asteke wisa ku ne ola Xwedê ola dewletê vedibêje. Li wê derê pirsgirêkên mafên mirovan nayên vegotin, xisûsên partiya desthilatê tên vegotin.” Gergerlîoglû yê bang li Serokê Karên Diyanetê Alî Erbaş kir wiha got: “Armanca te ya bingehîn ne astengkirina te ya zordariyên olî, etnîkî, siyasî, mezhebî ye? Pirtûka Xwedê fermana van nade? Tu çima tiştên ew ji te dixwazin dikî? Diyanet çima ji zilmê re deng dernaxîne? Par di girtîgehan de 73 kesan jiyana xwe ji dest dan. Te tenê gotinek got? Te çima tenê gotinek negot. Divê Serokatiya Karên Diyanetê bi edalet be. Ev tiştên hûn dikin teqez nayên qebûlkirin.”