Nobeta Aştiyê ya ÎHD’ê: Di bin çavdêriya dewletê de daristan tên birîn 2023-08-04 19:17:43   ÎZMÎR - Di Nobeta Aştiyê ya ji aliyê Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê ve hat organîzekirin de bal hat kişandin ku polîtîkayên şer çawa bûne sedema qetilkirina xwezayê.   Nobeta Aştiyê ya ku ji aliyê Şaxa Îzmîrê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve her meh roja înê ya ewil tê lidarxistin berdewam dike. Di çalakiya nobetê ya li avahiya şaxê hat lidarxistin de bal hat kişandin ser talankirina xwezayê. Çalakiya nobetê ku pankarta bi nivîsa “Ji Cûdî heta Akbelenê ji bo jiyanek ekolojîk aştî” hate vekirin, ji aliyê partiyên cuda yên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl û jinan û gelek welatiyan ve hat ziyaretkirin. Piştî çalakiya nobetê li ber Sumerbanka kevin daxuyaniya çapemeniyê hate lidarxistin.    Rêveberê ÎHD’ê Firat Canoglû yê di daxuyaniyê de axivî qala qirkirina xwezayê ya li Akbelenê û Cûdî kir û anî ziman ku nebûna aştiyê zirarê dide hemû zindîyan.   POLÎTÎKAYA ŞER    Canoglû, bi bîr xist ku çavdêriya daristanan aydê dewletê ye û wiha got: “Polîtîkaya tundî û şer a bi salan e dewam dike bi taybetî li Dêrsim, Çewlîg, Mûş û Colemêrgê û li bajarên din ên kurdan bi sedemên 'têkoşîna li dijî terorê' û 'ewlekariyê' daristan tên birîn û şewitandin. Ev birîn di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê ve tên kirin. Gelê ku ji bo vemirandina şewata li Çiyayê Cûdî derket çû herêmê hate binçavkirin û hewldana vemirandina şewatê ya gel hate astengkirin.”   ‘LI DIJÎ TALANÊ MAFÊ BERXWEDANÊ’     Canoglû destnîşan kir ku têkoşîna parastina hawirdora xwezayî û ekolojiyê di heman demê de têkoşîna ji bo aştî, demokrasî, mafên mirovan û hiqûqê ye û wiha berdewam kir: “Mafê hawirdorê, mafê jiyanê di nava xwe de vedihewîne ku bi awayekî tendurist û bi hevsengî bijî yan jî mafê daxwaz û berxwedanê yê her şêwe pirsgirêkên hawirdorê yên gefê li şert û mercên jiyanê yên mirovan dixwe. Em parêzvanên mafên mirovan dixwazin bi bîr bixin ku mafê her kesî ye ku di nava hawireke bi tendurist û hevseng de bijî, wezîfeya dewletê ye ku hawirdorê baş bike, tenduristiya hawirdorê biparêze û pêşî li qirêjiya hawirdorê bigire.”   Canoglû, di dawiya axaftina xwe de banga xwedî derketina xwezayê kir.