Parêzer Avci: Divê têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê guhertin bên kirin 2023-08-05 09:55:29   WAN - Parêzerê OHD’î Savaş Avci anî ziman ku li girtîgehan hemû maf tên binpêkirin û binpêkirina ewil jî tecrîda li Îmraliyê ye. Avci, wiha got: “Divê şandeyên serbixwe biçin girtîgehan û kontrol bikin. Hewceya têkildarî Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê de guhertin bê kirin.”    Li gorî bîlançoya sala 2022’yan, di nava welatên serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) didin de Tirkiye di rêza ewil de ye. Ji serlêdanên di rojeva DMME’yê de 20 hezar û 110 jê ji giliyên ber binpêkirinên li Tirkiyeyê tên kirin pêk tê. Ji sedî 26,9’ê serlêdanan ji van giliyan pêk tê. Serlêdan herî zêde ji ber binpêkirinên li girtîgehan hatine kirin. Hejmara girtîgehan a li Tirkiyeyê derket 403’yan û binpêkirinên li dijî girtiyên siyasî roj bi roj zêdetir dibin.    ‘BINPÊKIRINA SEREKE TECRÎD E’   Ji rêveberên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Wanê parêzer Savaş Avci têkildarî binpêkirinên li girtîgehan axivî. Avci, da zanîn ku li gel Baroya Wanê, OHD û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Wanê bi rêk û pêk diçin serdana girtîgehan û hevdîtinan dikin. Avci, wiha domand: “Li girtîgehan hinek binpêkirin hene ku ev binpêkirin êdî kronîk bûne. Di salên dawî de binpêkirin zêdetir bûn. Yek ji binpêkirinên sereke jî tecrîd e. Jixwe her kes dizane bê ka çavkaniya tecrîdê ji ku tê. Li Îmraliyê dest pê kir û li hemû girtîgehan belav bû.”   ‘ZEXTA PSÎKOLOJÎK DI ASTA HERÎ JOR DE YE’   Avci, diyar kir ku di vesazkirinên qanûnî de girtiyên cezayê muebbeta giran lê hatiye birîn dikarin di qawîşên yekkesî de bimînin û girtî û hikûmxwarên din jî divê li qawîşên gelek kes tê de dimînin bimînin. Avci, wiha pê de çû: “Lê tevî vê yekê jî di demên dawî de girtîgehên bi tîpa S’yê ku ji hucreyên yekkesî pêk tên hatin avakirin. Dev ji hikûmxwaran berde, girtî jî di van qawîşan de tên tecrîdkirin. Her wiha îdiayên îşkenceyê hene. Zexta psîkolojîk di asta herî jor de ye. Weke mînak; dema em çûn serdana Girtîgeha Tîpa T a Xelatê, li gel ku girtîgeh nû hatiye avakirin jî odeya traşê nîne. Girtiyan neçar dikin ku li korîdorê traş bibin. Gelek girtî vê qebûl nakin ku traş bibin û bertek nîşan didin. Ev tişt weke tiştên biçûk xuya dikin lê tundiya psîkolojîk di asta herî jor de ye. Ne tenê bisînorkirina azadiyê ye, her wiha rêbazekî cezakirinê ye.”    BÊTEHEMÛLIYA LI HEMBERÎ KURDÎ   Bi domdarî Avci diyar kir ku qedexeyên ji bo kanalên TV’an, rojname û kovaran hêj didomin û wiha got: “Li gelek girtîgehan Rojnameya Yenî Yaşam, Evrensel û Birgunê nayên dayîn. Ev rojname li Tirkiyeyê qedexe nînin lê li girtîgehan qedexe ne. Ev jî binpêkirina mafê agahîgirtinê ye. Her wiha bêtehemûliya li hemberî kurdî didome. Li girtîgehan pirtûk, kovar û rojnameyên kurdî nadin girtiyan. Heta nameyên bi kurdî jî nayên dayîn. Anku li dijî kurdî bêtehemûliyeke mezin heye. Heta li hinek girtîgehan TRT Kurdî jî qedexe ye. Par em çûn girtîgehekê û li wir TRT Meclis jî qedexe bû. Li hêla din bandora enflasyonê ya li girtîgehan du qet zêdetir e. Dema malbat ji bo zarokên xwe tiştekî dişînin, rêveberiya girtîgehê bi hinceta ‘di hundirê girtîgehê de tê firotin’ nade girtiya. Bi vê yekê dixwazin girtiyan ji hêla aboriyê ve bêxin rewşekî zehmet.”    ‘HEMÛ MAFÊN GIRTIYAN TÊN BINPÊKIRIN’   Di berdewamê de Avci destnîşan kir ku li girtîgehan tecrîdeke girankirî heye û ev tişt anî ziman: “Mixabin li girtîgehên Tirkiyeyê gelek maf tên binpêkirin. Di navbera girtiyên siyasî û edlî de cihêkarî tê kirin. Hem di sepandina qanûnan û hem jî di mewzûata qanûnî de ev cihêkarî tê kirin. Heta dema înfazên wan jî ji hev cuda ne. Ev yek jî binpêkirina rêgeza wekheviyê ya Destûra Bingehîn e. Her wiha Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê hate avakirin ku ji bijîşkan heta meleyan gelek kes tê de cih digirin. Ev, tiştekî hiqûqî nîne. Ev kes derheqê rewşa girtî de biryarê didin. Ev sepan jî tenê ji bo girtiyên siyasî di meriyetê de ye. Binpêkirineke din jî ew e ku girtiyên siyasî muxataban nabînin. Ji bo hevdîtina bi rêveberiya girtîgehê re bi dehan caran serlêdanan dikin lê muxatabek nîne. Lê girtiyên edlî bi rehetî xwe digihînin wan.”    ‘EM ÊDÎ JIRÊZÊ DIBÎNIN’   Avci, axaftina xwe wiha qedand: “Ev 10 sal in diçim serdana girtîgehan. Binpêkirinên li girtîgehan roj bi roj zêdetir dibin. Weke parastvanên mafên mirovan em jî êdî jirêzê dibînin. Nahêlin pirtûkên bi kurdî bikevin girtîgehan û ev yek ji bo me êdî ewqas ji rêzê tê ku hewcehî pê nabînin di raporên xwe de binivîsin. Ji ber ku tiştên gelek mezin diqewimin. Weke mînak, di ketina girtîgehan de sepana lêgerîna tazî heye ku dibêjin ‘rûne-rabe.’ Bi vê yekê rûmeta mirovan binpê dikin. Hema hema her du hefteyan carekê ji girtîgehan cenaze derdikevin. Mafê tenduristiyê tê astengkirin û mirov dimirin. Dema em van rewşan dibînin, êdî mijarên din bo me jirêzê tên. Heta gelek caran napirsîn jî. Binpêkirin ewqas zêde bûne ku êdî em weke binpêkirin sivik û giran rêz dikin. Ev binpêkirin tevek jî di çarçoveya polîtîkayekê de tên kirin. Li gorî stratejiya siyasî tên kirin. Dema em li dijî van binpêkirinan serî li wezareta Dadê didin, heta bersiva redkirinê jî nayê dayîn. Divê şert û mercên girtîgehên Tirkiyeyê dîsa li ber çav bên derbaskirin. Her wiha divê şandeyên serbixwe biçin girtîgehan, venihêrînê bikin û di lijneyên çavdêriyê de jî guhertin bên kirin.”    MA / Omer Akin