Kemal Kaplan piştî 30 salan hate berdan 2023-08-05 14:13:25   BALIKESÎR - Kemal Kaplan ku piştî 30 salan hate berdan wiha got: “Ji roja destpêkê heta niha em bi hêviya rojên xwe dijiyan. Em bibawerin ku pêşeroj dê ya me be.”    Kemal Kaplan (58) ku li Girtîgeha Tîpa L a Balikesîrê dihat ragirtin, piştî 30 salan hate berdan. Kaplan, di 28 saliya xwe de kete girtîgehê û di 58 saliya xwe de derket. Di sala 1993’yan de li Îzmîrê hate binçavkirin û sewqî Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) hate kirin. DGM’ê jî bi îdiaya “Hewl dide beşeke xaka di bin serweriya dewletê jê veqetîne” cezayê muebbetê da Kaplan.    Kaplan, li pêşiya girtîgehê ji hêla malbat û hevalên xwe, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Balikesîrê ve hate pêşwazîkirin.    Kaplan, li pêşiya girtîgehê axaftineke kin kir û wiha got: “Êdî niha li derveyî girtîgehê me û gelek keyfxweş im. Li gel keyfxweşiyê, li hêla din jî xemgîn im. Ji ber ku bi hezaran hevalên me li hundir in. Dema mirov ji girtîgehê derdikeve nikare tam bibêje ‘ez azad im.’ Niha hem keyfxweşiyê û hem jî xemgîniyê bi hev re dijîm. Ji roja destpêkê heta niha em her tim bi hêviya rojên xweş jiyan. Em bibawerin ku pêşeroj dê ya me be.”    Piştre jî Kaplan tevî malbata xwe ber bi bajarê xwe Mêrdînê ve kete rê.