‘Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin’ 2023-08-05 16:44:08 RIHA -  Asim Sûltanoglû ku di doza Weqfa Ensarê de derheqê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Rihayê hate tayînkirin. Şaxa Egîtîm Sen a Rihayê bertek nîşan da û got ku ew tayînkirina Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin.    Di sala 2016’an de li Karamanê di Weqfa Ensarê de 45 zarokên kur hatibûn îstîsmarkirin. Di doza Weqfa Ensarê de ji 3 rêveberên derheqê wan de lêpirsîn hatiye destpêkirin yek jê jî Asim Sûltanoglû bû. Sûltanoglû, weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Rihayê hate tayînkirin. Ev nûçeya tayînkirinê li ser Rojnameya Fermî nehatiye parvekirin lê gelek kesan bertek nîşan dan. Hevserokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) yê Rihayê Mahmût Bînîcî jî bertek nîşan da û wiha got: “Wêneyên Sûltanoglû bi Muharrem Buyukturk re derketibûn ku zarok îstîsmar kiribû û 508 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Em kesekî nadarizînin lê em naxwazin kesekî wiha li bajarê me bibe midûrê perwerdeyê. Em tayînkirina Asim Sûltanoglû ya li Rihayê qebûl nakin.”    Bînîcî, bi domdarî got ku ew fêm nakin bê ka wezaret çima ji bo Sûltanoglû ewqas israr dike û got ku dê civak vê tayînê qebûl neke, ji wezaretê xwest ku têkildarî mijarê daxuyaniyê bide û wiha bi dawî kir: “Em ê destûrê nedin ku kesekê navê wî di nava bûyera îstîsmarê de derbas bûyî li Rihayê bê tayînkirin.”    ÇI BÛBÛ?    Wêneyên Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Karamanê Asim Sûltanoglû bi Muharrem Buyukturk re derketibûn ku ji ber îstîsmarkirina zarokan 508 sal û 3 meh cezayê hefsê lê hatibû birîn. Dema Sûltanoglû ew wêne li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal parve kirî jî wiha gotibû: “Em hatin wargeha KAÎMDER’ê û bi xwendekaran re sihbetê dikin.” Her wiha Sûltanoglû di bersiva muzekkereyê ya “têkildarî wargehên Ensar û KAÎMDER”ê de ku bo Serdozgeriya Komarê ya Karamanê nivîsandibû, hebûna van wargehan red kiribû. Piştre derket holê ku derew kirine. 4 sal û nîv piştre di sala 2019’an de derheqê Sûltanoglû û du rêveberên din de destûra lêpirsînê hate dayîn. Lê heta niha jî tu pêşketin çênebûne. Piştî skandala Weqfa Ensarê, Sûltanoglû weke Midûrê Perwerdeyê yê Mereşê hate tayînkirin lê li ser bertekên gel ev biryar hate betalkirin. Piştre weke Midûrê Perwerdeya Neteweyî yê Bursayê hate tayînkirin. Di sala 2021’ê de jî tayînî Antalyayê hate kirin lê li ser bertekan hatibû betalkirin. Ji ber vê yekê jî li Wezareta Perwerdeya Neteweyî weke mişawir hatibû tayînkirin.