18 kesên li Edeneyê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-08-05 20:10:22   EDENE - 18 kesên ku xwestin ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re daxuyaniyê bidin hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    18 kesên ku xwestin ji bo piştevaniya bi Dayikên Şemiyê re li Parka Înonu ya Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, di çalakiyê de bi êrişa polîsan re rûbirû mabûn û hatibûn binçavkirin. 18 kesên ku piştî kirariyên îfadeyan hatin berdan li Şaxa ÎHD’a Edeneyê kom bûn.    Serokê Şaxa ÎHD’a Edeneyê Yakûp Ataş ê bi welatiyên li vir kom bûn re daxuyanî da wiha got: “Çalakiya Dayikên Şemiyê bi biryara Qeymeqamtiyê tê astengkirin. Hêdî hêdî belavî bajarên din jî dibe. Me biryar dabû ku hemû şaxên ÎHD’ê bi awayekî hemwext ji bo Dayikên Şemiyê daxuyaniya piştgiriyê bidin. Lê Walîtiya Edeneyê ji bo îro biryarek da. Em vê biryarê nas nakin. Ji ber ku biryareke li dijî hiqûqê ye. Di vê mijarê de biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dane hene. Ev biryar bi biryara Walîtiyê tune tê hesibandin. Em ê berxwedana xwe bidomînin û bibin dengê Dayikên Şemiyê.”