Li Mêrdînê şerê biçek: Kesek mir, 2 kes birîndar bûn 2023-08-05 23:30:40   MÊRDÎN - Li gundê Ziyaret ê navçeya Mîdyadê di şerê bi çekan de kesekî jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.   Li gundê Ziyaret ê girêdayî navçeya Mîdyad a Mêrdînê di navbera du malbatên ku beriya niha hatibû diyarkirin di nava wan de dijminatî heye, nîqaşa bi devkî dest pê kir veguherî şerê çekdarî. Di encama şer de 3 kes bi guleyên li wan ketin birîndar bûn.    Ji bo birîndaran derman bikin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mîdyadê. Îdrîs Gunduz ê 52 salî tevî hemû mudaxileyan jî nehate xelaskirin û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Gunduz ji bo otopsiyê birin morga nexweşxaneyê. Dermankirina her du kesên din didome.    Têkildarî bûyerê lêkolîn hate destpêkirin.