ROJEVA 6'Ê TEBAXA 2023'YAN 2023-08-06 09:00:00   * Endamê Meclisa Ciwanan ê Partiya Çepên Kesk Omer Gorunmek ku kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” dane destpêkirin diyar kir ku şerê taybet ê herî mezin li Îmraliyê tê meşandin û anî ziman ku dê li her qadê ciwanan bikin kirdeya têkoşînê.    * Rojnamevan Azîz Koyluoglû, diyar kir ku PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şerê dewleta tirk ê li dijî herêma Zapê bû û wiha got: “Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Niha PDK kemînan datîne.”   * Serokê Odeya Firinvanan ê Wanê Sabrî Işik, bi lêv kir ku esnaf û sinetkar bajarî li ser piyan dihêlin û wiha got: “Ji ber esnaf nikare bifiroşe, nikare mafê karkerî bide. Ji ber karker jî nikare mafê xwe bistîne ji van deran diçe rojavayê welat.”   * Jinên ku ji bo qadên jiyanê yên ji Îkîzdere heta Îkîzkoyê li dijî talanê li ber xwe didin, diyar kirin ku ew ê dest jê bernedin û têkoşîna ekolojiyê bidomînin.   * Şêniyên Gundê Tilvaqî yê navçeya Erxeniyê bertek nîşanî jêkirina trafoyan dan. Şêniyan got ku bi milyonan cezayê pereyan li wan hatiye birîn û ev tişt anîn ziman: "Em naxwazin ev bûyer berdewam bikin, bila rayedar çareseriyekê bibînin.”   * 21'emîn Mihrîcana Çand û Xwezayê ya Munzurê dê di roja 4'emîn de berdewam bike. (11.00-19.00)