Rojnamevan Koyluoglû: PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şer bû 2023-08-06 09:05:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Azîz Koyluoglû, diyar kir ku PDK êdî bi awayekî çalak tev li nava şerê dewleta tirk ê li dijî herêma Zapê bû û wiha got: “Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Niha PDK kemînan datîne.”   Êrişên dewleta tirk di 14’ê nîsana 2022’yan de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin, bi hevkariya PDK’ê didomin. Dewleta tirk a di zivistanê de neçar ma paş ve biçe, bi piştgiriya PDK’ê li dijî herêma Zapê pêla duyemîn a êrişan da destpêkirin. Di êrişan de Girê Cûdî ku xwedî cihekî stratejîke hedef tê girtin û helîkopterên ku hewl didin leşkeran danin ji aliyê hêzên HPG’ê ve tên astengkirin. Dewleta tirk a di êrişan de encama ku dixwest bi dest nexist, bi çekên qedexekirî û çekên kîmyewî êrişên xwe didomîne.    ÇÊKIRINA RÊ YA LI SER XETA SÎNOR    Rojnamevan Azîz Koyluoglû yê li herêmê geşedanan dişopîne, di êrişên pêla duyemîn de bal kişand ser rola PDK’ê. Koyluoglû, diyar kir ku êrişên dewleta tirk dane destpêkirin ne bi armanca berfirehkirina qadê ne û wiha berdewam kir: “Ji bo cihên ku berê nikaribûn bikevinê û bimînin, dîsa bi dest bixe êrîş dike. Êrîşên li ser xeta Zap, Metîna û Avaşîn ku di 14’ê nîsana 2022’yan de dest pê kirin, dewam dikin. Bi alîkariya PDK’ê bi taybetî hewl dida li Kurêjaro, rojhilatê Zapê, li ser xeta Avaşîn û cihên li ser sînor bi cih bibe. Niha qasî ku em dizanin ji bakurê Kurdistanê heta Başûrê Kurdistanê ji sînorên siyasî yên Tirkiyeyê heta sînorên siyasî yên Iraqê 3 rêyên nû çêkirine. Ji bilî van rêyan PDK’ê jî ji bo van rêyan bi hev ve girê bide li ser xeta Metîna xebateke rê meşandibû. Xebata vê rêyê weke xizmeta ji gundan re nîşan dabû. Lê di rastiyê de tişteke wisa nebû. PDK di nav xebateke ku bibe hevkarê van êrişan de ye.”   PIŞTGIRIYA NATO'YÊ YA JI BO DEWLETA TIRK   Koyluoglû, bi lêv kir ku dewleta tirk di Civîna NATO’yê ya li Lîtvanyayê hate lidarxistin de moral girt û êrişên xwe yên li dijî herêmê zêde kirin û wiha pê de çû: “Şerên dijwar diqewimin. Dewleta tirk demekî dirêj e bi balafirên şer bi vî awayî êriş nekiribû. Dem bi dem êrişên xwe yên hewayî zêde kirin lê di sala 2023’yan de êrişên xwe yên hewayî kêm kiribûn. Lê piştî civîna NATO'yê moralek dît, bi taybet piştî nûjenkirina F-16'an û ji nû ve erêkirina firotina parçeyên yedek. Ji ber ku lênêrîna van balafiran neyê kirin nikarin li gor daxwaza xwe bikarbînin. Lê piştî Civîna NATO’yê êriş zêde bûn. Carna di rojê de 40 êrişên hewayî dikin. Di van êrişan de nêzî 40 balafirên şer cih digirin. Elbet berxwedana gerîla di asta ku van êrişan pûç bike de ye. Divê mirov wê jî diyar bike. Di qada şer de hema hema her roj çalakiyên aktîf yên gerîla hene.”   STRATEJIYA ŞER TÊK ÇÛ   Koyluoglû yê got “Mantiq û şeklê operasyonên li başûrê Kurdistanê hate guherîn” wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha hin qadên ku li herêmê ketinê hene lê nikarin bimînin. Ji ber ku dema dimînin darbeyê dixwin. Ji xwe tişteke bi navê ‘paqijkirina gerîla’ nîne û ew stratejî têk çûye. Stratejiya artêşa tirk a bikevê, lê bimîne û paqij bike têk çû. Niha êriş bi awayekî rûtîn berdewam dikin. Car caran êriş dijwar bibin jî gerîla di bingeha parastinê de di nav çalakiyên zêde de ye. Ev jî dewleta tirk bi awayekî cidî demoralîze dike. Çapemeniya tirk hema bêje şerê li vê derê qet nabîne. Salê carekê bi armanca propagandayê windahiyan didin. Ji bo raya xwe ya giştî xurt bikin vê dikin. Berê bi navên ‘pençe kîlît’ , ‘pençe kartal’ û ‘pençe şîmşek’ di çapemeniyê de propagandayeke zêde dikirin lê niha rewşeke wiha jî nîne. Ev yek bi rewşa şer ve girêdayî ye. Rewşa şer ne ya ku hêvî dikirin e û berovajî vê yekê ye. Niha artêşa tirk li ser xeta Zap, Metîna û Avaşîn di nava bêçaretiyeke cidî de ye. Gerîla jî her roj lê dide û berxwedaneke mezin heye. Lehengiyên mezin hene ku wê di dîroka mirovahiyê de bên tomarkirin.”   ÊRIŞÊN BI ÇEKÊN KÎMYEWΠ   Koyluoglû, anî ziman ku êrişên dewleta tirk li rojavayê Zapê û li beşeke Metînayê zêde bûne û wiha lê zêde kir: “Armanca vê pêla duyemîn a êrîşan ew e ku li hin cihên ku neçar man ji payîza borî derkevin û paşde vegerin. Ev Girê Orte, Girê Cûdî, herêma Şehit Delîl, rojavayê Zapê û beşek ji Metane ne. Niha dixwazin li wir ji nû ve cih bigirin. Heta niha hema hema hemû pêngavên wan hatin pûçkirin. Şer û pevçûn bi taybetî li wê herêmê zêde bûne. Di êrîşên xwe de bombeyên qedexekirî bikartînin. Ji xwe çekên kîmyewî û yên weke wan veguherîne rûtînekê. Qasî ku em jî dibînin amadekariyên gerîla yên li wê derê baş xuya dikin. Dixwazin bikevin cihên ku sala 2022’yan ketinê. Diceribînin lê bi sernakevin. Ji xwe ji niha ve moralê wan xera bûye. Her tim leşkeran dişînin. Neçar dimînin ku leşkerên 10-15 rojan li wir dimînin paş ve bikişînin. Guhertina evqas bi lez jî dide nîşandan ku moralê leşkerên li wê derê gelek xerab bûye.”   TEVLIBÛNA AKTÎF A PDK’Ê YA NAVA ŞER    Koyluoglû, diyar kir ku PDK bi awayekî aktîf di şerê dewleta tirk ê li herêmê de cih digire û wiha domand: “Hemû cîhan piştgiriya PDK’ê ya ji bo dewleta tirk dizane. Niha jî dewleta tirk bi xetên ku PDK'ê vekirine hemû lojîstîk , cebilxane û teqwiyeyan pêk tîne. PDK îstîxbaratê dide dewleta tirk. Dîsa hewl dide ku rê nede ku gerîla hêz, lojîstîk û cebilxaneyê ber bi herêmê ve bibe. Cihên ku gerîla lê derbas bibin kemînan datîne. PDK'ê di salên borî de di van kemînan de gelek gerîla şehîd xistibûn. Hesaba PDK’ê ew e ku; Heke PKK tesfiye bibe yan jî gelekî qels bibe, em ê ji valahiya ji PKK'ê çêdibe sûdê werbigirin û li Kurdistanê bibin hêzek. Lê dewleta tirk PDK’ê jî nake hêz. Dagirker naxwazin tu hêzên kurd xurt bibin. Li pêşiya vê bihêzbûnê dewletên dagirger serî li her cure rêbazan didin. Di vê wateyê de ev nêzîkatî û siyaseta PDK'ê jî berovajî ye. PKK ya qelsbûyî kurd û Kurdistaneke qelsbûyî ye.”   ‘HEMÛ PARTÎ LI DIJÎ ÊRIŞAN E’    Koyluoglû, destnîşan kir ku li Herêma Kurdistana Federe ji bilî PDK’ê hemû partiyên siyasî yên kurd li dijî êrişan helwesteke hevpar nîşan didin û wiha got: “Di qada navneteweyî de jî hewldana rewakirina komkujiyên ku dewleta tirk li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û li dijî kurdan pêş xistiye heye. PDK wê bi hevkariya dijmin têkçûyî be. Li başûrê Kurdistanê ji bilî PDK’ê hemû partiyên siyasî û rêxistinên îslamî ku bi Tirkiyeyê re di nava hevpariyê de ne jî di nav de li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk in. Lê belê nêzîkatiyeke wan nîne ku helwesteke vekirî nîşan bidin û li dij derkevin. Em mîkrofona xwe li herêmê dirêjî kê bikin dibêjin em li dijî êrîşan in. Nêzîkatiyeke wan heye ku pirsgirêkan bi rêya diyalogê çareser bikin.”   DEWLETA TIRK NEGIHIŞTIYE ARMANCA XWE   Koyluoglû, anî ziman ku dewleta tirk di êrişan de nikare bigihe armanca xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Nikare pêngaveke nû biavêje û hêza xwe jî nîşan bide. Ji ber rûtînbûna şer di nava paşveçûnekê de ye. Gerîla pozîsyona xwe ya heyî diparêze. Qadeke ku gerîla jê vekişiyaye an jî berdaye nîne. Li gelek cihên ku dewleta tirk ketiyê hêzên gerîla serdestiya xwe diparêzin û bi rojane çalakiyan dikin. Leşker dem bi dem bi balafirên keşfê, sûîqest, êrîşên giran ên hewayî, êrîşên bi topan hewl didin motîvasyonekê biafirînin. Bêguman ev jî tiştên demkî ne. Çalakiyên gerîla zêde bûne. Di vê wateyê de di rêveçûna şer de jî guhertinek heye. Çalakiyên gerîla gelek gelek bi ser balafirên şer de ne. Di vê wateyê de guhertinek jî tê dîtin.”