Metereolojiyê ji ber ‘germahiya zêde’ hişyarî kir 2023-08-06 10:38:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê da zanîn ku li hinek herêman dê pileya germahiyê bi ser pileya asayî ya demsalê re be û gel hişyar kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) rapora rewşa hewa ya 6’ê tebaxê weşand. Li gorî raporê; dê li qeraxên behrên Ege û Behra Spî pileya germahiyê di navbera 2 û 4 pileyan de bi ser germahiya asayî ya demsalê re bin, li herêmên din jî di navbera 4 û 8 pileyan dê zêdetir be. Di heman demê de germahiya hewayî ya li bajarên Kurdistanê jî dê di navbera 2 û 4 pileyan zêdetir bibe. Li hêla din tê texmînkirin ku li Edîrne, Çanakkale, Osmaniye, Edene, Dîlok û Hatayê baraneke zêde bibare.    TEXMÎNA REWŞA HEWAYÎ YA HINEK BAJARAN    Pileya germahiyê ya hinek bajaran wiha ye:    Amed: 42°C   Erzirom: 30°C   Qers. 30°C   Wan: 29°C   Dîlok: 38°C   Sêrt: 40°C   Riha: 42°C   Mêrsîn: 34°C    Stenbol: 34°C    Îzmîr: 33°C   Manîsa: 36°C    Edene: 35°C   Antalya: 32°C   Enqere: 38°C