Telegram li Iraqê hate qedexekirin 2023-08-06 16:07:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Ragihandinê ya Iraqê diyar kir ku sepana Telegramê bi sedema “ewlehiyê” hatiye qedexekirin.    Wezareta Ragihandinê ya Iraqê biryara girtina Telegramê da. Hat destnîşankirin ku biryar li ser daxwaza “meqamên payebilind ên dewletê” hatiye dayîn. Ji bo hinceta biryarê wiha hate gotin: “Ji bo pêşî li ber were girtin ku belgeyên taybet ên aydê dewletê neyên dizîn û parastina daneyên şexsî yên welatiyan ev biryar hatiye dayîn.”    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber rewşa ku dibû sedema parvekirina agahiyên şexsî yên welatiyan û daneyên saziyan ji saziyên fermî yên Telegramê alîkarî hatiye xwestin lê belê tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn.